BI DÎMEN

Cejna Berxwedana Neteweyî li Moskowayê hate pîrozkirin

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Moskowa ya Rusyayê, bi boneya 47'emîn salvegera 27'ê Mijdarê çalakî li dar xistin

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Moskowa ya Rûsyayê, bi boneya 47'emîn salvegera 27'ê Mijdarê, li Mala Çandê ya "Mîr" çalakî li dar xistin.

Çalaki bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre jî Endamê Koma Civakên Kurdistanê li Rusyayê û Nûnera Jinên Kurd ya herêma Rusyayê Jûlêta Aram axivîn û behsa wateya rojê kirin.

Piştî axaftinan nameya Nûnertîya Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûrîyeyê li Fedrasyona Rûsyayê hat xwendin û her wiha Endamê Civaka Kurdên Sûrîyeyê li Rusyayê Dr. Abdûllah nameya ji Civaka Kurdên Sûrîyeyê li Rûsyayê xwend.

Piştî axaftinan, Mehmûd Dilşêr û Guhar Hesen bernameya mûzîkê bi strana ku diyarî Rêberê Apo kirin, vekirin.

Piştre dengbêj Hemîdê Mecîd, Hunermend Dado, Huermend Leyla, Koma Zarokan û Hunermend Bazo, bi sitranên xwe şahî geş kirin. Her wiha Koma Govendên Kurdî "Rûken" bi berhema "Pirga Cizîrê" dilê gel xweş kir.

Şahî heya derengî bi gerandina govendê dewam kir.