Ji bo bîranîna 13 şehîdên ji malbata Akgun ên ji Tetwanê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a bajarê Mannheim ê Elmanyayê, çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Piştî deqîqeyek rêzgirtinê, nûnerek Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) axivî, îşaret bi dilsoziya bi şehîdan re û piştevaniya ji bo lêgerînên çareseriya demokratîk û aştiyane kir.
Siyasetmedar Çiya Bager di çalakiyê de axivî û têkildarî pêvajoya dîrokî ya tevgera siyasî ya Kurd, nirxandinan kir.
Bager diyar kir ku di salên 1990’î de hem polîtîkayên dewletê hem jî zextên hin komên siyasî hatine hîskirin û got ku di wê demê de nasnameya Kurd di qada giştî de nehatiye naskirin û mafên çandî hatine sînordarkirin.
Çiya Bager bilêv kir ku di salên navborî de gelek kes berê xwe dane çiyayan û got ku têgeha “şehîdbûnê” di vê çarçoveyê de ji bo Tevgerê xwedî cihekî girîng e.
DÎNDAR: EM Ê JI BO PÊKANÎNA ÎDEALÊN WAN TÊBIKOŞIN
Parlamentera DEM Partiyê Mahmut Dîndar ku di çalakiyê de mafê axaftinê girt, sersaxî ji bo gel û malbatan xwest. Dîndar diyar kir ku gelê Kurd di sedsala dawî de gelek êşên mezin kişandiye û got ku mafên ziman û çandê bi salên dirêj hatine tunehesibandin.
Dîndar anî ser ziman ku ew bi hezaran malbatên şehîdan re hevdîtin kirine û da zanîn ku ragihandina şehadetan ji bo malbatan ya herî zehmet e, lê ev ji bo wan berpirsyarî ye. Dîndar destnîşan kir ku divê şehîd neyên jibîrkirin û got ku jiyankirina xeyalên wan erka wan a herî mezin e.
AKGUN: EM Ê BIBIN LAYIQÊ LEHENGÊN XWE
Li ser navê malbatên 13 şehîdan jî, Mazlum Akgun axivî. Akgun hemû Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî û destnîşan kir ku divê ji bîranîna gotînî wêdetir têkoşîna şehîdan bê mezinkirin û pêşxistin.
Akgun diyar kir ku malbatan di Têkoşîna Azadiya Kurd de rolekî dîrokî li xwe girtine û bi bîr xist ku şehîdên wan ên ewil Doktor Rauf yek ji pêşengên saziya Kurd a ewil a li Ewropayê bû. Hate diyarkirin ku piştre şehîd Îhsan, Ferhat, Bedran, Sabir, Surgun, Devrîm, Agîd, Fesih, Sedrettîn, Arap, Adem û herî dawî Sefkan heman kevneşopiya têkoşînê meşandin.
Akgun got ku malbatên Tetwanî di berxwedanên dîrokê de bi rola pêşengiyê rabûne û wiha got, “Erka ku dikeve ser milê me ew e ku em bibin layiqê lehengên xwe. Pêkanîna xeyalên wan berpirsyariya me ya bingehîn e.”
Çalakiya bîranînê bi pêşandana sînevîzyonê ya li ser şehîdan dewam kir. Çalakî bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.