Li Bielê bîranîna sê şehîdan: Soza me heye ku em ê têkoşîna şehîdên xwe bidomînin

Li bajarê Biel yê Swîsreyê di bîranîna Çekdar Amed, Hogir Amed û Serkeş Rihayê de, axivêran bang kirin ku xwedî li têkoşîna şehîdan derkevin.

Ji bo Çekdar Amed (Serhat Coşkun), Hogir Amed (Muhammed Can Coşkun) û Serkeş Riha (Mustafa Kaytan) yên ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Biel yê Swîsreyê bi pêşengiya Komeleya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAW) çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin. Malbatên şehîdan û gelek Kurdistanî beşdarî bîranîna li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bielê bûn.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Piştre rêvebirê KOMAW’ê Mustafa Karahan axivî. Karahan anî ziman ku axaftina li ser şehîdan ne hêsan e û got, “Şehîd rûmeta me ne. Wan bi canê xwe têkoşîn gihandin vê astê. Yên ku em anîn vê rojê şehîdên me ne. Em deyndarê wan in; em tenê dikarin vî deynî bi xwedîderketina li têkoşîna wan bidin. Şehîd Namirin.”

Birayê Şehîd Çekdar Amed û Şehîd Hogir Amed, Argeş Welat jî li ser navê malbatê axivî. Welat destnîşan kir ku ew bi birayên xwe serbilind in û got, “Birayên min tevlî têkoşîna azadiyê bûn. Em bi wan serbilind in. Şehîd şehîdên gelê Kurd in. Serê gelê Kurd sax be.”

Siyasetmedarê Kurd Hasan Engîzek jî di axaftina xwe de bal kişand ser rola diyarker a şehîdan di asta ku Tevgera Azadiya Kurd îro gihîştiyê de. Engîzek wiha got: “Şehîdên me bi pratîkên xwe nîşanî me dan ku ew çi şêwazek jiyanê dixwazin. Li cem gel û partiya me xwedî cihekî mezin in. Agahiyên şehadetê yên ji kadroyên me yên pêşeng ên demên dawî, nîşan didin ku pêvajoya ku em tê de derbas dibin krîtîk e. Her ku asta tevgera me û pêvajoya aştiya civakî ya ku Rêbertî daye destpêkirin pêş de diçe, beşên cur bi cur vê pêvajoyê dikin hedef. Çiqasî em yekîtiya xwe ya rêxistinî xurt biparêzin, em ê li hember van êrîşan ewqas bi bandor rawestin.”

Engîzek diyar kir ku soza ku dane şehîdan, tenê bi yekîtî û tevahî dikare bê bicihanîn û got, “Em li hemberî şehîdan soz didin ku em ê têkoşîna wan bidomînin.”

Çalakiya bîranînê bi sînevîzyona li ser jiyana şehîdan û piştre jî bi dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bidawî bû.