KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Pêşmergeyên li Kobanê vedigerin Başûr
Pêşmergeyên ku bi armanca piştgiriya berxwedana dîrokî hatibûn Kobanê, vedigerin Başûrê Kurdistanê. -
Li Amedê cenazeyê mêrekî ku qirika wî hatiye jêkirin hat dîtin
Li navçeya Çermûg a Amedê cenazeyê mêrekî ku qirika wî hatiye jêkirin hat dîtin. -
PKK: Têkoşîna sosyalîzma demokratîk yekane rêya rizgariyê ye
Komîteya Rêveber a PKK'ê 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran, ku piştevanî, têkoşîn û yekîtiya gelan, karker, kedkar û hemû derdorên civaka demokratîk ên li derveyî desthilatdariyê ne îfade dike, pîroz kir. -
Gerîlayên komunîst: Berê xwe bidin çiyê, bibin xwedî vîn
Ciwanên komunîst ên li Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû perwerdeyê dibînin, destnîşan kir ku di her kêliya jiyana gerîla de ew bi sînorên xwe re rû bi rû dibin û banga 'rûbirûbûn û vînbûyînê' li hemû ciwanan kirin. -
Ji ciwanan çalakiya 'kapîtalîzmê nejî û nede jiyîn'
Endamên Ciwanên Azad ên li paytexta Fransa Parîsê, di çarçoveya kampanya 'kapîtalîzmê nejî û nede jiyîn' de li Meydana Repûblîqûe saet di navbera 16:00 - 19:00 de standa agahdarkirinê vekirin. -
Nasnameya 17 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan -HAT NÛKIRIN-
Nasnameya 17 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan hat aşkerakirin. -
Namzetên HDP'yî malbata Sakîne Cansiz ziyaret kirin
Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Îzmîrê, malbata Sakîne Cansiz a li Parîsê hat qetilkirin, ziyaret kirin. -
Li Amed û Cizîrê vekirina buroyên hilbijartinê
Li Amed û Cizîrê di çarçoveya xebatên hilbijartina 7'ê Hezîranê de buroyên hilbijartinê yên HDP'ê hatin vekirin. -
ÎHD: Li Agirî têkildarî hilbijartinan provokasyoneke bi xwîn hat plankirin
ÎHD’ê der barê provokasyona dewletê ya li Çiyayê Tendurekê rû da rapor aşkera kir. Di raporê de wiha hat gotin: "Daneyên têkildarî bûyerê, nîşan didin ku provokasyoneke bi xwîn a têkildarî hilbijarinên 2015’an e." -
Li Wanê erdhej
Li Wanê bi pileya 4.0 erdhej pêk hat. -
Li Nepalê hejmara miriyan zêde dibe, pêwîstîya bi alîkariyê zêde ye
Di erdheja roja Şemiyê ya Nepalê de bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest da, bi hezaran mirov birîndar bûn. Rayedaran diyar kirin ku herî kêm 4 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye, 6 hezar û 500 kes birîndar bûne. -
‘Em di hilweşandina bendavan de pispor in’
Namzetên HDP'ê xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber li her bajar didomînin. -
Rojnamegerên Kurd li çiyê xeta berxwedêriyê pêş xistin
Li çiyayên Kurdistanê ligel hemû şert û mercên giran heta roja îro zêdetirî 70 rojnamegerên ku li çiyê xebatên çapemeniyê meşandine tevlî karwanê pakrawaniyê bûne. -
Li 17 taxên 17 navçeyan şahî
Daîreyên Tenduristî, Karên Civakî, Polîtîkayên Jinan û Çand û Turîzmê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji sibê pê ve wê li 17 taxên 17 navçeyan şahiyan li dar bixe. Ev şahî ê 21 rojan bidomin û bi şev bêne pêkanîn. -
Ji bo Roboskî ev 41 meh e daxwaza edaletê heye, lê edalet tine
Li ser komkujiya Roboskî 41 meh derbas bû. Malbatên Roboskî di meha 41. de dîsa daxwaza darizandina berpirsyarên komkujiyê kirin. -
Şervanê YPG’ê ji aliyê deh hezaran ve hat oxirkirin
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Abdulmelîk Bozdag (Sefkan Asî) ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da li gundê Hêcek ê navçeya Pirsûsê ji aliyê deh hezaran kesan ve hate definkirin. -
YPG: Çete ji aliyê hêzên me rastî darbeyên giran hatin
YPG’ê da zanîn ku di encama bersiv û çalakiyên hêzên wan de, komên çete derbeyên giran xwarin û hejmarek hat kuştin -
Hîmê Navenda Çanda Dînî hate avêtin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi boneya aliyê dînî yê xweşbînî û dabînkirin aştiyê bîne pêş, dest bi avakirina Navenda Çanda Dînî kir. -
Nasnameyên 9 şervanên YPG’ê hatin aşkerakirin
Navenda Ragihandina YPG’ê nasanameya 9 şervanên YPG û YPJ’ê yên 23’ê Sibatê di berxwedana gundê Xêbiş a Til Temir de jiyana xwe ji dest dabûn, aşkera kir. -
HPG: Tevgera leşkerî dewam dike
Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li qadên gerîla dewam dike. -
Ji KCD’ê banga ji bo mîtînga 1’ê Gulanê ya li Êlihê
KCD'ê ji bo tevlîbûna mîtînga 1'ê Gulanê ya wê li Êlihê pêk bê bang li hemû kedkaran kir ku tevlî bibin kir. -
Kalkan: PDK û AKP di nava tifaqê de ne
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku PDK û AKP di nava tifaqê de ne û got, "Gelek PDK'yî di lîsteya AKP'ê de namzet hatin nîşandan." -
Wergirtina cerdevanan hat protestokirin
Wergirtina cerdevanan ji bo înşaeta bendava navçeya Farqîna Amedê, hat protestokirin. Di çalakiyê de hevserokê HDP’a Çinarê Aslan, diyar kir ku AKP di şer de israr dike û wê gel di nav berxwedanê de be. -
Li Êlihê bi sed hezaran kes vexwendiyê mîtînga 1'ê Gulanê ne
Endama Komîteya Amadekar a Mîtînga 1'ê Gulanê ya Êlihê Narîn Erol got, "Li dijî koledariya mêtîngeriya hov li ser karker û kedkaran ferz dike, em ê bi beşdariya bi sed hezaran kesî dengê xwe bilind bikin." -
Esnafên Heskîfê eleqeyek mezin nîşanî namzetên HDP’ê dan
Namzetên HDP’ê yên Êlihê di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de bi esnafên Heskîfê re hatin cem hev.