HPG: Tevgera leşkerî dewam dike
Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li qadên gerîla dewam dike.
Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li qadên gerîla dewam dike.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê tevgera leşkerî ya artêşa Tirk de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku tevgera leşkerî her zêde dibe.
Di daxuyaniyê de ev agahî bi raya giştî re hat parvekirin:
"Di 27'ê Nîsanê saet di navbera 14:30 - 15:00 de li ser xeta sînor a li herêma Xakurkê û di 28'ê Nîsanê (îro) saet di 01:00 de li herêma Zapê tevgera balafirên şer ên artêşa T.C a dagirker rû daye. Ev tevgera hewayî li qadên me yên gerîla zêde bûye. Li gorî vê yekê;
Di 27'ê Nîsanê saet di navbera 07:00 - 10:00 de li qada Oremar a ser bi navçeya Colemêrg Geverê, saet di navbera 05:00 - 18:00 de li herêma Avaşîn, saet di navbera 13:00 - 15:00 de li herêma Gare, saet di navbera 21:00 - 00:00 de li herêma Metîna û xeta sînor, saet di navbera 14:30 - 15:30 li qadên Kuro Jaro û Şikefta Birîndaran ên Zapê, saet di navbera 16:00 - 19:00 de li qada di navbera Metîna û Zapê de, saet di navbera 07:00 - 22:00 de li qadên Nordizê, Geliyê Bizîzê û Geliyê Êzidînan ên navbera navçeyên Wan Şax û Payîzavayê de, pêgerên hewayî yên bê mirov keşif kirine.
Di 27'ê Nîsanê saet di navbera 10:30 - 15:30 de ji qereqola Êrîş a li sînorê herêma Zapê ya di bin kontrola artêşa T.C a dagirker de ye, bi obus û hawanan derdor hatiye bombekirin.
Di 21-22'ê Nîsanê saet di navbera 16:00 - 05:00 de artêşa T.C a dagirker li qada bejahî ya di navbera gundên Bilbes û Goanîş ên navçeya Şirnex Elkê kemîn danîne."