Şervanê YPG’ê ji aliyê deh hezaran ve hat oxirkirin

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Abdulmelîk Bozdag (Sefkan Asî) ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da li gundê Hêcek ê navçeya Pirsûsê ji aliyê deh hezaran kesan ve hate definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Abdulmelîk Bozdag (Sefkan Asî) ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da li gundê Hêcek ê navçeya Pirsûsê ji aliyê deh hezaran kesan ve hate definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Abdulmelîk Bozdag (Sefkan Asî) ê li gundê Kuneftar ê Kobanê 25'ê Nîsanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê hate wergirtin û anîn Saziya Tipa Edlî ya Rihayê. Cenazeyê Bozdag piştî karên otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê. Cenazeyê Bozdag serê sibê ji aliyê malbat û hezaran welatiyan ve hate wergirtin û ber bi Pirsûsê ve derxistin rê. Cenazeyê Bozdag li Taxa Alîgor ji aliyê hezaran welatiyan ve hate pêşwazîkirin û bi tevlîbûna deh hezaran kesan birin gundê Hêcekê.

Cenazeyê Bozdag bi kerwanekî zêdehî hezaran wesayîtan pêk dihat anîn gund û piştî vecîbeyên olî hate definkirin. Di dema merasîma cenaze de dirûşmeyên "Bijî berxwedana Kobanê", "Ey şehid xwîna te li erdê namine", "Bijî Serok Apo" û "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe gor" hatin berzkirin. Piştî karên definkirinê rêzgirtin pêk hat û sirûda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin.

Di merasîma cenaze de bavê Şervanê YPG'ê Bozdag Abdulkadîr Bozdag axivî û diyar kir ku ew bi kurê xwe yê ji bo şeref û rûmeta gelê xwe têkoşîn meşand û jiyana xwe ji dest da serbilind e û wiha got: "Kurê min şehîdê hemû kurdên bi rûmet e." Nûnerê MEYA-DER'ê Muzaffer Ulaş jî diyar kir ku gelê Kurd bi saya şehîdan hatiye vê astê û wê heya dawiyê bi bîranînên wan ve girêdayî bin û wiha got: "Em ê bi hêza ji wan digirin û berxwedanê ber bi pêşerojê ve meşa xwe bidîmin."