Ji bo Roboskî ev 41 meh e daxwaza edaletê heye, lê edalet tine

Li ser komkujiya Roboskî 41 meh derbas bû. Malbatên Roboskî di meha 41. de dîsa daxwaza darizandina berpirsyarên komkujiyê kirin.

Li ser komkujiya Roboskî 41 meh derbas bû. Malbatên Roboskî di meha 41. de dîsa daxwaza darizandina berpirsyarên komkujiyê kirin.

Ji bo 34 welatiyên gundê Roboskî yê navçeya Qilabanê ya Şirnexê yên ji aliyê balafirên artêşa Tirk ve hatin qetilkirin di 28'ê her mehê de malbatên Roboskî tên cem hev û daxwaza edaletê dikin. Di meha 41. de malbatan careke din daxwaza edaletê kirin. Malbat li ber Walîtiya Şirnexê hatin cem hev. Namzetên HDP'ê yên Şirnexê û nûnerên saziyan piştgirî dan malbatan. Di çalakiyê de Serokê Komeleya Roboskî- Derê Velî Encu li ser navê malbatan daxuyanî da û anî ziman ku li ser komkujiyê re re 41 meh derbas bûye. Li cihê ku wê dewlet kiryaran bidarizîne, ên li edaletê digerin hewl dide biçewisîne.

Encu bertek nîşanî daxuyaniya Waliyê Şirnexê Alî Îhsan Su ya "Hêstiran xwebixwe întixar kir" da û wiha got: "Ên ku dibêjin hêstiran xwebixwe întixar kiriye divê em bi wan bikenin. Têkîldarî qetlîamên tên jiyîn û mirinan daxuyaniyên zarokane tên, gotineke me ya em bibêjin nemaye êdî. Piştî van daxuyaniyan em tİ hewldanên ji bo aştiyê tên dayîn jidil nabînin."

Çalakî bi dirûşma "Dewleta qatil Wê hesab bide" bi dawî bû.

...