Rojnamegerên Kurd li çiyê xeta berxwedêriyê pêş xistin
Li çiyayên Kurdistanê ligel hemû şert û mercên giran heta roja îro zêdetirî 70 rojnamegerên ku li çiyê xebatên çapemeniyê meşandine tevlî karwanê pakrawaniyê bûne.
Li çiyayên Kurdistanê ligel hemû şert û mercên giran heta roja îro zêdetirî 70 rojnamegerên ku li çiyê xebatên çapemeniyê meşandine tevlî karwanê pakrawaniyê bûne.
Li çiyayên Kurdistanê ligel hemû şert û mercên giran heta roja îro zêdetirî 70 rojnamegerên ku li çiyê xebatên çapemeniyê meşandine tevlî karwanê pakrawaniyê bûne. Hin ji wan bi êrîşên hewayî, hin ji wan dema ji bo xebateke rojnamegeriyê diçûn qadeke din û hin ji wan jî di eniya şer de ku karên rojnamegeriyê dikirin jiyana xwe ji dest dane.
22’yê Nîsanê her sal weke Roja Rojnamegeriya Kurd tê pîrozkirin. Rojnamegeriya Kurd bi rojnameya Kurdistanê ku di 22’yê Nîsana 1898’an de li Qahîreyê hat çapkirin dest bi rêwîtiya xwe kir. Di vê rêwîtiyê de rastî gelek zext û zordarî, sirgûn û tadeyiyan hatiye. Gelek caran dengê wan hatiye birrîn lê her carê weke teyrê Ankayê jinûve xwe ji xweliya xwe afirandiye. Rojnamegeriya Kurd ku bi rojnameya Kurdistanê dest pê kir û heta beriyaTevgera Azadiya Kurdistanê her tim xwe dispart hin hêzan û bi vî rengî weşana xwe didomand. Lê bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re ev rewş guherî û rojnamegeriya Kurd bi hêza xwe bi awayekî azad xebatên xwe dimeşîne.
Di dîroka Kurdistanê de çawa ku bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê re serdemeke nû dest pê kir, ev yek ji bo çapemeniya Kurd jî derbasdar e. Bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re çapemeniya Kurd her çû eniya xwe berfireh kir. Li her çar parçeyên Kurdistanê, li dîaspora û li her cihê Kurd lê dijîn xwe bi rêxistin kir. Bi çanda berxwedêriyê ti caran serê xwe netewand û her çû mezintir bû. Çapemeniya Kurd li bajarên Kurdistanê bûn hedefa hêzên dagirker. Bi dehan rojnameger hatin qetilkirin, bi dehan kes hatin girtin û rastî îşkenceyê hatin û bi dehan weşan hatin qedexekirin. Her wiha gelek rojnamegerên Kurd ku li hemberî zext û zordariya hêzên dagirker derketin çiyayên Kurdistanê û tevlî karwanê pakrawaniyê bûn. Lê ji bilî bajaran li çiyayên Kurdistanê jî xebatên çapemeniyê hat meşandin.
ŞEHÎDÊ YEKEM MAZLÛM DOGAN
Bi Tevgere Azadiya Kurdistanê re çiyayên Kurdistanê bûn qadeke bingehîn a çapemeniyê. Xebatên çapemeniyê li çiyayên Kurdistanê û di eniyên şer de hat meşandin. Di encama van xebatên rojnamegeriya li çiyayên Kurdistanê ji aliyê hêzên dagirker ve zêdetirî 70 rojnamegerên ku li çiyê xebatên çapemeniyê dimeşandin tevlî karwanê pakrewaniyê bûn. Ev çanda berxwedêriyê di sala 1978’an de bi Serxwebûnê bi şîara “Ji Serxwebûn û Azadiyê Bi Rûmettir Tiştek Nîne” dest pê kir. Serxwebûnê bi Rêya Şoreşa Kurdistanê (Manîfesto) dest bi weşanê kir, destpêkê weke broşûr li Kurdistan û Rojhilata Navîn hat çapkirin û belavkirin. Piştre di çileya 1982’yan de bi formatê rojnameya mehane li Ewropayê bi awayekî fermî dest bi weşana xwe kir. Mazlûm Dogan Gerînendeyê Giştî yê Serxwebûnê yê destpêkê ye. Mazlûm Dogan di Newroza 1982’yan de li zindana Amedê bi şîara ‘Berxwedan Jiyan e’ bû şehîdê yekem ê çapemeniyaTevgera Azadiya Kurdistanê. Ev meşaleya bi şîara ‘Berxwedan Jiyan e’ û kevneşopiya bi Mazlûm Dogan hate destpêkirin li çiyayên Kurdistanê di destê rojnamegerên Kurd de bilind dibe. Di encama vê berxwedêriyê heta niha zêdetirî 70 rojnamegerên Kurd bi berxwedaniyeke bêhempa tevlî karwanê pakrewaniyê bûne.
XEBATÊN DI SALÊN 90’Î DE
Li çiyayên Kurdistanê bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re xebatên çapemeniyê weke du serdeman derdikeve pêşberî me. Serdema yekemîn ji weşana Serxwebûnê dest pê dike heta 7’emîn Kongreya PKK’ê. Serdema Duyemîn jî ji 7’emîn Kongreya PKK’ê dest pê dike heta roja îro tê. Di serdema yekemîn de di pêvajoya grûba îdeolojîk de kadroyên pêşeng rû bi rû bi gel re xebatên çapemeniyê dimeşandin. Her çiqas gel ji mijarên teorîk zêde fêm nedikir jî ji biryardarî û jiyana wan a mutewazî bandor dibûn. Piştre ji 15’ê Tebaxa 1984’an pê de şerê çekdarî hate meşandin. Ji salên 90’î pêde li tevahiya Kurdistanê şer gur bû û ev yek girîngiya xebatên çapemeniyê jî bi xwe re dianî. Xebatên çapemeniyê di nava şer de hat meşandin. Xebatên çapemeniyê li gorî şer dihat meşandin. Heta salên 2000’î gelek şehîdên çapemeniyê çêbûn. Divan salan de Jiyan (Zeynep Erdem), Sabrî, Yusuf, Şexo Dirlik, Mazlûm (Hasan Kiziler), Ronahî (Bedriye Taş), Proleter Celal (Hasan Agdaş), Ciwan (Levent Çelîk), Sînan (Sînan Cemgîl Kahraman), Selçuk (Enver Polat), Mîne (Emel Çelebî), Sedat (Zekeriya Yuce), Zafer (Halîl Gunder), Fahrettîn Dulçek, Mehmet Şenol, Nihat Yakut, Engîn Kîşîn, Behzat Eraslan, GurbetellîErsoz û gelek kesên em navên wan nizanin tevlî karwanê pakrewaniya çapemeniyê bûn. Ji van Gurbetellî Ersoz di 8’ê cotmeha 1997’an de li Garê di encama operasyona pêşmergeyên KDP’ê û ArtêşaTirk de jiyana xwe ji dest da. Gurbetellî Ersoz Gerînendetiya Giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê kiribû û li Tirkiyeyê cara yekem jinek bûbû Gerînendeyê Giştî yê rojnameyekê. Îro li çiyayên Kurdistanê ji AkademiyaÇapemeniyê ya Gurbetellî Ersoz her sal bi dehan rojnameger jê mezûn dibin.
SERDEMEKE NÛ DESTPÊ DIKE
Piştî 7’emîn KongreyaPKK’ê ji bo xebatên çapemeniyê li çiyayên Kurdistanê serdemeke nû dest pê kir. Di biryarên Kongreyê de wiha tê gotin: “Di vê pêvajoya em tê de ne… yek ji fealiyetên me yên herî pêş xebatên çapemenî-weşanê ye. Ev xebat… erka ku perwerdekirin û rêxistinkirina gelê me û kadroyên me û ji boçalakiyê amade be di nava xwe de dihewîne. Di rabirdûyê de ev erk beşeke wê ya mezin têkoşîna çekdarî bi cih dianî, fealiyetên çapemenî-weşanê piştî wê dihat. Niha di vê pêvajoya têkoşîna nû de di rêza yekemîn de erka propaganda û ajîtasyonê bi cih bîne û gerek nêzîkatiyeke wiha bê nîşandan.” (Biryarên 7’emîn KongreyaPKK’ê rp; 45)
Ji vê jêgirtinê jî tê xuyakirin ku xebatên çapemeniyê bi stratejîk tê destgirtin. Ji salên 2000’î pêde li çiyayên Kurdistanê bi awayekî pratîk dest bi xebatên çapemeniyê hate kirin. Di encama vê yekê de YRD (Yekitiya Ragihandina Demokratîk) hate avakirin. Lê ji ber êrîşên dewletaTirk û Îranê bi dehan rojnameger şehîd ketin. Hin ji wan bi êrîşên hewayî, hin ji wan dema ji bo xebateke rojnamegeriyê diçûn qadeke din û hin ji wan jî di eniya şer de ku karên rojnamegeriyê dikirin jiyana xwe ji dest dane.
ŞÎLAN, HALÎL, DENÎZ, ŞAHO…
Şîlan Aras (Ayfer Serçe) ku ji bo kuştinên jinan ên li rojhilatê Kurdistanê dixwest lêkolîn bike di êrîşa rejîma Îranê de jiyana xwe ji dest da. Xeyala wê ew bû ku ragihandina jinan a xweser were avakirin. Îro li çiyayên Kurdistanê RAJIN vê xeyala wê pêk tîne. Denîz Firat li hemberî êrîşên DAÎŞ’ê di eniya herî pêş de xebatên çapemeniyê dimeşand û dema xebatên rojnamegeriyê dikir jiyana xwe ji dest da. Halîl Uysal ku ji bo projeya ku meşa ji Botanê dest pê dike û li Agiriyê bi dawî dike berê xwe da bakurê Kurdistanê, lê di encama kêmîna dewletaTirk de jiyana xwe ji dest da. Di encama êrîşa hewayî ya dewletaTirk a bi ser Qendîlê de Raman, Argeş Bawer, Armanc Merwan û Firat Çelê tevlî karwanê pakrawaniyê bûn. Di salên cuda û li qadên cuda rojnamegerên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Avaşîn Bitlis, Çekdar Beytuşebab, Armanc Kerboran, Aso Baran, Berfîn Mêrdîn, Brûsk Mêrdîn, Cesûr Roboskî, Ciwan Kaya, Dogan, Ekîn Sanem, Dr. Mahîr, Hebûn Azad, Karer Amed, Leyla Avaşîn, Manî Kiyakser, Ozgur Ronî, Qadîr Usta, Rojînda, Sarya Onur, Sînan Şahîn, Şîlan Kobanê, Yildiz Demirdag, Zerdeşt, Zagros Bêrîtan, Rêbîn, Sîrwan Narî, ŞahoDîcle, Mazlûm Erencî, Abdurrezak Gungor û gelek kesên din. Herî dawî Arjîn Amed ku bi salan xebatên çapemeniyê li çiyayên Kurdistanê dimeşand di encama nexweşiyê de jiyana xwe ji dest da.
LI ŞENGAL Û KOBANÊ DI ENIYA PÊŞ DE NE
Ala rojnamegeriyê ya berxwedêriyê ku ji destê Mazlûm Dogan ve hat wergirtin îro li qadên şer rojnamegerên Kurd wê alê bilind dikin. Rojnamegerên Kurd îro li Kobanê û Şengalê de di eniyên herî pêş de xebatên rojnamegeriyê dikin. Di vê berxwedana bi rûmet de li Kobanê gelek rojnamegerên Kurd jiyana xwe ji dest dan. Bi ked û bedelên giranbuha yên van rojnamegeran îro stêrka rojnamegeriya Kurd li her derê diçirûse.