Wergirtina cerdevanan hat protestokirin

Wergirtina cerdevanan ji bo înşaeta bendava navçeya Farqîna Amedê, hat protestokirin. Di çalakiyê de hevserokê HDP’a Çinarê Aslan, diyar kir ku AKP di şer de israr dike û wê gel di nav berxwedanê de be.

Wergirtina cerdevanan ji bo înşaeta bendava navçeya Farqîna Amedê, hat protestokirin. Di çalakiyê de hevserokê HDP’a Çinarê Aslan, diyar kir ku AKP di şer de israr dike û wê gel di nav berxwedanê de be.

Hikûmeta AKP’ê, di pergala cerdevantiyê de ku ji ber li Bakurê Kurdistanê tevlî gelek sûcan bûye, tê xwestin bê rakirin de, israr dike.

Herî dawî ji bo înşaeta Bendava Farqînê 64 cerdevan hatin peywirdarkirin. Rêxistinên DBP û HDP’ê yên Çinarê bertek nîşanî vê pêkanînê dan û protesto kirin.

Di meşa ku çêkirina HES û qerekolan hat protestokirin, namzetên HDP’ê yên Amedê Çaglar Demîrel û Ziya Pîr jî beşdar bûn.

AKP LI GORÎ PÊVAJOYÊ TEVNAGERE

Hevserokê HDP’ê yê Çinarê Serhat Aslan li ber qeymeqamtiya Çinarê daxuyanî xwend û got ku tevî pêvajoya çareseriyê dewlet polîtîkayên asîmîlasyonê didomîne û got: “Dewleta ku divê pergala cerdevaniyê ji holê rake, zêdetir kûr dike, çêkirina qerekol, HES û bendavan didomîne. Ev jî nîşan dide ku hikûmet di polîtîkayên xwe yên tinekirinê de berdewam dike û li gorî pêvajoya çareseriyê ya bi hewldana Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin, tevnagere.”

DI POLÎTÎKAYA ŞER DE ISRAR DIKE

Aslan bal kişand ser wergirtina 64 cerdevanan li Farqînê û got: “Çêkirina bendavê têr nake, vê carê 64 cerdevan ji bo parastina înşaetê wergirtine kar. Ev jî nîşan dide ku di polîtîkaya şer de berdewam dikin. Tê zanîn ku ev cerdevan ji Hîzbûllahiyan wergirtine. Em van wergirtinên cerdevanan ti car qebûl nakin. Em dixwazin pergala cerdevaniyê bê rakirin. Ji bo komkujî, pevçûnên nû neyên jiyîn divê demildest wergirtina cerdevanan bê rawestandin. Em ê li hemberî mijara gotinê ye di nav berxwedanê de bin.”