‘Em di hilweşandina bendavan de pispor in’

Namzetên HDP'ê xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber li her bajar didomînin.

Namzetên HDP'ê xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber li her bajar didomînin. Namzeta HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan li navçeya Xelfetî ya Rihayê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi keyayên gundan re hate cem hev û diyar kir ku dibe ku ew Kurd be lê ew xwe weke nûnerê bindest, yên tên mêtingerkirin, gelên tune tên hesibandin, çandan, bawerî û zimanan dibîne û wiha got: "Em partiyeke di serî de ji jinan hemû kesan re xîtabî hemû kesan dikin. AKP'ê bendava daniye pêşiya me. Bendav israra hişmendiya ezezî û şer e. Karê me bendav hilweşandin e. Dibe ku hinek di avakirina bendavan de pispor bin. Lê em jî ji bo bendavan hilweşînin pispor in."

RIHA

Namzetê HDP'ê yê Rihayê Rasîm Çakmak jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de esnafên wesayîtan dikirin û difiroşin ziyaret kir. Gelek esnaf bi Çakmak re geriyan. Esnafan got ew dê piştgiriyê bidin HDP'ê.

Namzeta HDP'ê ya din a Rihayê Dîlek Ocalan bi Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Rihayê Îsmaîl Kaplan, Seroka Giştî ya SES'ê ya berê Bedriye Yorgun rêveberên HDP û DBP'ê yên Xelfetiyê jî bi keyayan re hatin cem hev. Di civîna zêdehî 40 keya tevlîbûn de Dîlek Ocalan li ser pirsgirêkên jin, enerjî, betalî, pêvajoya çareseriyê û girîngiya hilbijartinê axivî. Dîlek Ocalan di civînê de wiha got: "Keyatî tê wateya rêveberiya xweser. Dibe ku em 12 namzet bin lê ji bîrnekin her yêk ji we wekîlê me yê 13'mîn in. Lê ez li vir kêmasiyekê dibînim ew jî tu keyayên jin tunene. Ez ewil xwe weke nûnerê ciwan û jinan dibînim. Dibe ku ez Kurd bim lê ez nûnerê hemû kesên bindest, gel, çand, bawerî û zimanan dibînim." Dîlek Ocalan da zanîn ku HDP'ê yêkemîn car li Tirkiyeyê nûnertiya wekhev di rêveberiyên heremî de xist dewreyê û di namzetan jî ev yêk pêk anî û wiha pê de çû: "Em partiyekî ji hemû kesî re xîtabê dikin in. AKP'ê jî bendav xistiye pêşiya me. Bendava tê wateya hişmendiya ez ezî, israr şer û tu gelên din nekevin parlementoyê ye. Em yekemîn li hemberî van bendavan nayên. Bendav hilberîna hişmendiya qedexekar in. Karê me jî ew e ku van hilweşînin. Dibe ku hine ji bo vê yêkê pispor bin em jî ji bo hilweşandina wan pispor in."

STENBOL

Namzeta HDP'ê ya Herêma 3'yemîn Pervîn Buldan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de TUAD û Goç Der ziyaret kir. Bi Buldan re Endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik jî tevlî gerê bû. Buldan û Bagriyanik ewil li Aksarayê TUAD ziyaret kirin. Serokê TUAD'ê Arîf Yilmaz diyar kir ku ew weke komele ewil dixwazin girtiyên nexweş serbest bên berdan. Yilmaz anî ziman ku 7'ê hezîran ji bo Tirkiyeyê gelek girîng e. Buldan jî diyar kir ku piştgirêka girtiyên nexweş tenê ya komeleyan nîn e ya hemû civakê ye û wiha got: "Ev pirsgirêkekî wijdanî û însanî ye. Di hevdîtinên me yên me bi Birêz Ocalan re kirin ev mijar hat rojevê. Ji bo serbest berdan û mafên wan ên tendûrîstiyê me bi hikûmetê re jî hevdîtin meşandin û di vê mijarê de hikûmetê heya niha tu gavên şênber neavêjin."

Buldan û Bagriyanik û rêveberên HDP'ê pişt re Goç Der ziyaret kirin. Serokê Komeleyê û rêveberên Komeleyê heyet pêşwazîkirin. Buldan li vir jî balkişand ser pirsgirêkên koçberiyê û diyar kir ku di nava xebatên HDP'ê de ev yêk jî heye. Buldan, anî ziman ku ji bo vegeran gundan divê pergala cerdevaniyê ji holê bê rakirin. Ceylan Bagriyanik jî diyar kir ku li Tirkiyeyê tenê li hemberî polîtîkayên koçberiyê Kurd na hemû gelan para xwe girtin.

Heyet pişt re YAKAYDER, Dayîkên Aştiyê, NÇM, Ogur Gundem û OHD ziyaret kirin.

AMED

Nazmetên HDP'ê yên Amedê Feleknaz Uca, Nîmetullah Erdogmuş û Îmam Taşçier jî di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de esnafên Hala Sebze û Fêkî ya li taxa Bagcilarê ziyaret kirin. Bi namzetan re nûnerên saziyan jî tevlî ziyaretê bûn. Esnafan namzet bi gerim pêşwazîkirin û daxwazên xwe vegotin. Namzetan jî gundariya esnafan kir û gotin hilbijartin ji bo gelê Kurd gelek girîng e.

SAMSUN

Namzetên HDP'ê yên Samsunê Alp Altinors, Makbule Efe û Îlhan Cure jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi çapemeniya herîm re hatin cem hev.Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Samsunê Cevdet Bakin jî tevlî gerê bû. Namzetên HDP'ê Rojnameya Gerçek, Haber, Hedef Halk û Ekîp ziyaret kirin û têkildarî xebatên xwe da agahî dan. Namzetên HDP'ê ji saziyên çapemeniyê têkildarî hilbijartinê de baldar bin.

DÎLOK

Namzetên HDP'ê yên Dîlokê Celal Dogan, Mahmut Togrul û Gulseren Kocaer jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Midûriyeta Polîsan a Dîlokê ziyaret kirin. Heyeta namzetan ji aliyê Midûrê Polîsan Erhan Gulveren ve hate pêşwazîkirin. Gulveren ji ber gerê keyfxweşiya xwe anî ziman û ji HDP'iyan re spasiyên xwe pêşkêş kir. Namzetê HDP'ê Dogan jî Gulveren tebrîk kir û pişt re hevdîtin ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

MÛŞ

Namzetên HDP'ê yên Mûşê Burcu Çelîk, Ahmet Yildirim û Mensur Işîk, rêveberên HDP, DBP'ê û hevşaredarên li navçeya Milazgirê esnaf ziyaret kirin û danezana HDP'ê ji esnafan re vegot. Esnafan eleqeyekî mezin nîşanî namzetan da.

ÎZMÎR

Namzetên HDP'ê Ertugrul Kurkçu, Pinar Aydinlar û Ulku Yalçinkaya jî di çarçoveya xebatên xwe de Sendîkaya Turk-Îş ziyaret kirin. Di ziyaretê de Kurkçu axivî û diyar kir ku ew dê di 1'ê Gulanê li qadan bin û balkişand ser qedexeya Waliyê Stenbolê ya li Taksîmê 1'ê Gulanê bê pîrozkirin. Kurkçu anî ziman ku di danezana wan de bi ser nava "Em karker û kedkar in" mijara sendîkayan cih digire. Kurkçu da zanîn ku di rêziknameya HDP'ê de jî ji bo çareseriya pirsgirêkên karkeran made hene û ji bo vê yêkê têkoşînê dike. Kurkçu balkişand ser jinên kedkar ên li Herêma Egeyê dixebitin û wiha got: "Jinên karker ên li herêma Egeyê dijîn ji herêmên din gelek zêdetir e lê ti saziyên wan tinene."

Nûnerê Herêma Egeyê yê Turk-Îş'ê Hasan Huseyîn Karakoç jî ji HDP'ê re serketin xwest û diyar kir ku êdî pirsgirêka HDP'ê ya bendavê nemaye. Karakoç anî ziman ku li ser Sendîkaya Turk-Îş'ê îmajeî şaş heye û wiha got: "Ez hewil didim vê îmajê jêbibim. Lê ez ser neketim. Sendîkaya Turk-Îş'ê heya niha li cem partiyên mafên kesên tên tepisandin biparêz cih negirt û niha şunda jî cih nagirt." Karakoç da zanîn ku hin partiyan Sendîkaya Turk-Îş'ê ji xwe dur dîtin û bi wan re têkîlî nedanîn yekemîn HDP'ê ev şikand.

MÊRDÎN

Rêxistina HDP'ê ya Dêrîkê jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li taxên Bîra, Kevirşîn, Subetan, Tirbamamo, Mezra Suravokê, Siftek, Xerabreşk, Şerifbaba û Şêx Hebîb bi gel re hatin cem hev. Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Dêrîkê Îhsan Avlar diyar kir ku hilbijartina 7'ê Hezîranê ji bo gelê Kurd gelek girîng e û wiha got: "Em ê faşîzma AKP'ê têk bibin. AKP li Mêrdînê wekîlan dernaxe. Gelê dem dê xwedî li vîna xwe derbikeve."