KURDISTAN
Meclisa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekî bernama 12’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxê eşkere kirin. Wê 10 rojan li Sûka Serî ya Şengalê çalakiyên bîranînan bên lidarxistin.
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Hemû Nûçe
-
Li Wanê provokasyona AKP'ê: 4 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Wan Elbakê, AKP'yiyên çûn serxweşiya malbatekê, ji aliyê malbatê ve nehatin qebûlkirin û li ser vê yekê AKP'yiyan gilî kirin. Polîs jî li ser giliyê AKP'yiyan ket nava tevgerê û Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê jî di nav de 4 kes kirin binçavan.
-
Balûken: Bi Ocalan re me hevdîtineke nû nekirine
Endamê Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê Îdrîs Balûken got, "Tayyîp Erdogan der barê pêvajoya çareseriyê de pozîsyona xwe ya stratejîk destnîşan kir." Balûken diyar kir ku wan bi Ocalan re hevdîtineke nû nekirine.
-
Ji Qendîlê dîmenên bîranînê
Ji damezrînerên PKK'ê û pêşengên gerîla yên efsanewî Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn, li Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr a li Herêmên Parastinê yên Medyayê tên bîranîn.
-
-
-
-
Ji YPG/YPJ'ê çalakiyên bi bandor
Di roja 230. a berxwedana Kobanê de 6 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Li Til Hemîs ê kantona Cizîrê di çalakiyeke YPG/YPJ'ê de 7 çete hatin kuştin. Li derdora Til Temirê jî di operasyona lêgerînê de 18 termên çeteyan tevî hejmarek ji çekan hatin dîtin.
-
-
Raporên tespîta xisarên li Kobanê bûne
Di konferansa lêgerîna li rê û rêbazên ji bo ji nû ve avakirina Kobanê ya li Amedê de "rapora destpêkê ya tespîta xisara li bajarê Kobanê" hat pêşkêşkirin. Di raporê de pêşniyarên endezyaran jî cih girtin.
-
Ji bo Kobanê şeva piştgiriyê
Li bajarê Îngilîstan Brîghtonê, li kafeya bi navê Sunbirdsê ji bo alîkarî li xebatên çêkirina dibistanên li Kobanê were kirin, şevek hat lidarxistin. Şeva piştgiriyê li eleqeyeke mezin rast hat.
-
-
-
Xeyalên Şaho yê Helepçeyî
Dema bombeyên bi jehrê li ser Helepçeyê dibariyan, wê her du lingên xwe winda kir. Li welatê xwe, ku barbar û xedar lê tevdigeriyan, ew êdî ne dikarîbû bimeşiya, ne jî bibeziya.
-
-
-
-
-
Li kantona Kobanê û Cizîrê şer û pevçûn didomin
Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku hêzên YPG’ê êrîşa mezin çeteyên DAIŞ’ê ku li herêma di navbera Til Temir û Hesekê pêk hatiye, şikandiya. Her wiha êrîşên li Kobanê jî hatine bersivandin û hêzên YPG’ê bi ser ketine.
-
-
-
Fînala mîtîngên HDP'ê li Wanê ye
HDP di çarçoveya xebatên hilbijartinê de mîtînga ku di 24'ê Gulanê de pêk bianiya taloqî 6'ê Hezîranê kir. Her wiha xebatên namzetên HDP’ê yên Colemêrgê jî xebatên bênavber didomînin.
-
-
Konferansa Jinûve avakirina Kobanê didome
Hevserokê Kantona Kobanê Enwer Muslim, berî dest bi axaftina xwe bike beşdarên konferansê silav kir û diyar kir ku li çar parçeyên Kurdistanê welatiyan di parastina Kobanê de cih girtin.
-
-