Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku hêzên YPG’ê êrîşa mezin çeteyên DAIŞ’ê ku li herêma di navbera Til Temir û Hesekê pêk hatiye, şikandiya. Her wiha êrîşên li Kobanê jî hatine bersivandin û hêzên YPG’ê bi ser ketine.
Navenda Ragihandina YPG’ê der barê şer û pevçûnên Kobanê û yên navbera Til Temir û Hesekê de daxuyaniyek weşand. Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPG’ê hatiye weşandin wiha ye:
“Berxwedana Kobanê ya li hember hewldana dagirkeriya rexistina terorî ya DAIŞ’ê tê meşandin di roja xwe ya 229’emîn de berdewam dike.
Çeteyên DAIŞ’ê duh seatên êvarê li hember çeperên hêzên me yên li başûrê Kobanê hîn êrîş li dar xistin. Êrîşên çeteyan ên li hember gundên Elganê, Sepeta Ereban û Zerik ên cuda cuda hatin pêşxistin ji aliye hêzên me ve hat şikandin. Hejmara kuştî û birîndarên di van pevçûnan de nehat zelalkirin.
Pevçûnên di nabera hêzên me û komên çeteyan de li ser sînorên rojavaye Kantona Cizîrê tên jiyîn berdewam dikin.
Zedetirî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya ku roja derbasbûyî di navbera Til Temir û Hesekê dabûn destpêkirin hatine şikandin. Şevê din hêzên me çeteyên ku di van êrîşan de ketibûn gundê Til Dimşîd û Seyyad kirin hedef. Di encama vê operasyona hêzên me de çeteyan ji gund derxistin û li qadê serweriya xwe dubare dan çekirin. Hejmara kuştî û birîndarên di vê operasyone de çebûne nehatiye zelalkirin. Xebata lêgerîna hêzên me ya li van qadan de berdewam dike. ˮ