Xeyalên Şaho yê Helepçeyî
Dema bombeyên bi jehrê li ser Helepçeyê dibariyan, wê her du lingên xwe winda kir. Li welatê xwe, ku barbar û xedar lê tevdigeriyan, ew êdî ne dikarîbû bimeşiya, ne jî bibeziya.
Dema bombeyên bi jehrê li ser Helepçeyê dibariyan, wê her du lingên xwe winda kir. Li welatê xwe, ku barbar û xedar lê tevdigeriyan, ew êdî ne dikarîbû bimeşiya, ne jî bibeziya.
Li kolanên Helepçeyê ku 5 hezar can ji nişka ve ji holê rabûn, Şaho jî bi bedeneke ji du lingan bêpar ma.
ŞAHO QADIR KÎ YE?
Şaho Kurdekî ji Başûrê Kurdistanê ye, ku di sala 1975'an de li Helelpçeyê ji dayik bû. Zarokatiya wî li deşt û zoanan bi xwedîkirina heywanan derbas bû. Lê belê hînê têrî cîhana zelal û paqij a zarokatiyê nebû di 13 saliya xwe de, di sala 1988'an de ji ber wê komkujiya dîktatoriya Saddam Huseyîn li Helepçeyê kir seqet ma.
Şaho Qadir dibêje, "Wan balafirên ew êrîşa bê wijdan kirin, ji bedena min a biçûk lingên min jê kirin û birin. Nayê bîra min ku çawa çêbû. Lingên min ji nişka ve tine bûbûn. Ya ku bû para min; bi her du destan xwe li jiyanê bigire bû."
ZAROKATIYA LI PENABERIYÊ
Piştî vegotina wê kêliya komkujiyê Şaho ji nişka ve disekine. Dema vedibêje, mîna ku di nava wî ewrê bi jehr de careke din li xwe digere dikeva nava nêrînan û dûre careke din dipeyive: "Piştî komkujiyê bi malbata xwe re em çûn Îranê. Li wê derê min demekê tedawî dît. Zarokatiya min di wê demê de mehkûmî diyar û demên penaberiyê bû. Piştî bi salan dema li Helepçeyê vegeriyan jî ne Helepçe ya berê bû ne jî ez ê berê bûm."
RÊWÎTIYA ÎNGILÎSTANÊ - JI NÛ VE PENABERÎ
Şaho dema behsa rêwîtiya xwe ya ber bi Îngilîstanê ve dike dibêje, "Hêvî, di demên herî nediyar de berê mirovan dide serpêhatiyan. Dawî û encam wateya xwe winda dikin. L dû hêvî û xeyalên xwe mirov dibe gerok. Ez jî bi vî rengî me. Bi tenê hêviya min hebû. Min êdî eleqedar nedikir ku dawî wê çi be. Ya rast eger ji bo min behsa dawiyekê bihata kirin, ew kêliya wê komkujiyê bû. Lê min dixwest wê dawiyê veguherînim destpêkeke cuda."
Şaho ji bo hîn bi xurtî xwe li jiyanê bigire û yên ev êş pê re dane kişandin bêhtir nîşanî cîhanê bide, dikeve ser rêya Îngilîstanê; "Bi rêya qaçaxçiyan di sala 2002'an de min xwe gihand Îngilîstanê. Di jiyana min a zor û zehmet de Îngilîstan navnîşaneke nû, rawestgehek nû ya ber bi xeyalên min ve bû."
Piştî ku digihêje Îngilîstanê serî li mafê penaberiyê dide. Di demeke kurt de serlêdana wî tê qebûlkirin. Piştî çend aslan jî Şaho dibe welatiyê Îngilîstanê. Ji bo jiyana li Îngilîstanê bi vî rengî diaxive: "Di destpêkê de min nizanîbû çi bikim, bi ku ve biçim. Piştre min biryar da dest bi sporta bi kursiyan astengdaran bikim. Dibe ku bi serketineke li vê qadê re min karîbûya jiyanên bê xwedî yên bi bombeyan re ji holê rabûn, Helepçeyiyên bi bêhna sêvê re tinebû, ji cîhanê re bidim naskirin. Ji bo vê jî min hemû enerjiya xwe ji bo serketina di sporê de bikar anî."
Şaho piştî demeke kurt tevlî pêşbirkan dibe. Di hin astan de xelatan werdigire. Her kes êdî çîroka Şaho, tiştên bi serê welatî wî de hatine, dibihîze. Şaho êdî mirovekî tê naskirin e. Bi vî rengî wan rojan vedibêje: "Piştî ku min xelat wergirt, min bala medyayê kişand ser xwe. Çîroka jiyana min bandor li mirovan dikir. Qenalên TV, rojnameyan bi min re hevpeyvîn dikirin. Bi vî rengî, kêm be jî ez gihaştim armanca xwe."
DEMA DENGEK JI EZMANAN TÊ DITIRSÎNE
Bi gotina "Hînê dengekî ji nişka ve derdikeve min ditirsîne. Mîna ku careke din wê balafir bên" behsa şopên komkujiyê li ser jiyana xwe dike û dibêje, "Ez wê kêliya bombebaranê qet ji bîr nakim. Ew cesedên bê xwedî yên li kolanên Helepçeyê dirêjkirî, hînê li be çavên min e. Dema dengê balafirekê dibihîzim, dema dengek ji ezmanan tê, vediniciqim. Dîsa li wan kêliyan vedigerim. Mîna ku wê dîsa bombe bibarin, mirovên bimirin. Carna tiştên mirovan duh kiribe îro nayê bîra mirovan. Lê belê sal jî di ser re derbas bûbe jî ne pêkane ew kêliya komkujiyê were ji bîrkirin. Carna dibêjim xwezî xewnek be. Lê mixabin rastî li pêş çavan e. Bêhna sêvekê, ji bo veciniqim, bitirsim, têrê dike."
JI NÛ VE HELEPÇE
Şaho di rêwîtiya xwe ya cîhanê de di sala 2009'an de li jineke Taylandî re dizewice. Ji vê zewacê jî keç û kurekî Şaho tê dinyayê. Navê keça xwe dike Helepçe, navê kurê xwe jî dike Mehemed. Piştî zewacê Şaho li Helepçeya cihê zarokatiya xwe, cihê kêliyên herî dilşewat ê jiyana xwe, vedigere.
"Armanceke min hebû. Ji aliyê xwe ve min xwest ên jiyana min herimand, rastiya ku gelê min qetil kir, nîşanî cîhanê bide. Bawerim bi qismî be jî min ev kir. Piştî ku min ev bicih anî, min xwest dawî li jiyana xwe ya penaberiyê bînim û careke din li welatê xwe vegeriyam."
Jiyana Şaho Qadir zor û zehmet be jî, jiyaneke ku bawerî û daxwazê ew xurt kiriye. Piştî demeke dirêj a li penaberiyê bi hevsera xwe ya Taylandî Esma, keça xwe Helepçe û kurê xwe Mehemed Şah li Helepçeyê ji bo bijî têdikoşe. Dibêje, 'Armanca min a herî mezin ew e ku çîroka jiyana xwe û bûyerên bi serê Helepçeyê de hatiye di fîlmekî dokûmanterê de nîşan bidim'. Şaho Qadir ji bo vê jî dest bi xebatê kiriye. Ji karsazên Kurd û hikûmeta Başûrê Kurdistanê dixwaze alîkariyê bi wî re bikin.