KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
YPG’ê îlankirina Artêşa Şoreşgeran pîroz kir
Fermandariya hêzên YPG’ê ya Kantona Efrînê yekîtiya 7 tugayên mûxalefetê û avakirina Artêşa Şoreşgeran pîroz kir. Fermandariyê diyar kir ku ji bo parastina berjewendiyên gelê Sûriyeyê ew amade ne hevkariyê bikin. -
‘Gezmîş, Înan û Aslan pêşengên dîrokî îfade dikin’
Endama Koordînasyona Komalên Ciwan, Şîmal Ulkem Guneş 43. salvegera darvekirina Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan nirxand. -
Erdal ê YPG'yî yê 'mirineke bi şeref' hilbijart...
Hemû cîhan şahidiya berxwedana destanî ya şervanên YPG û YPJ’ê ya li Kobanê dikin û bi sedan rojnamevanan jî hewl dan wêneyên destana Kobanê bikişînin. -
Li Cizîrê zarokek hat binçavkirin
Li Cizîrê zarokê 12 salî bi hinceta kevir avêtiye, ji aliyê polisan ve hat binçavkirin. -
Kesên di Qirkirina Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn
Di pêşengiya Meclîsa Gel a Dêrsimê de girseya li Parka Seyîd Riza kom bû, Qirkirina Dêrsimê di salvegera wê de şermezar kir. -
Li Erziromê gel li hemberî operasyonên leşkerî di nobetê de ye
Girseya nêzî hear kes ji bo li hemberî operasyona li taxa Reşa Sebrî ya Qereyaziyê hatî destpêkirin çûn herêma operasyonê û bûn mertal. Gel da zanîn ku ew ê şeva xwe li çiya derbas bikin. -
Konvoya HDP’ê bi hinceta ‘kontrola nasnameyan’ hat rawestandin
Konvoya HDP’ê ya ji bo tevlî bîranîna li gundê Bargînî yê girêdayî Xozat a Dêrsimê bibe ket rê ji aliyê polîsan ve hat rawestandin. -
Leşker zextê li gel dike
Leşkerên Tirk li navçeya Agirî Patnosê zexteke giran li gel dikin. -
Operasyon, bombebaran û tevgera hewayî
Tevgera hewayî, bombebaran û operasyonên artêşa Tirk ên li hemberî qadên gerîla bê navber dewam dikin. -
Li Qendîlê tevgera keşfê
Balafirên Îranê li ser Qendîlê keşif kirin. -
'Israra Erdogan a ji bo bendavê û komkujiyên DAIŞ'ê weke hev in'
Bendava Ilisû ku Serokkomarê Tirk Erdogan li Êlihê careke din xist rojevê, li nerazîbûna hawidorparêzan rast hat. Endamê Hewldana Jîndarkirina Heskîfê Gunduz got, "Nêzîkatiya Serokkomar a li berhemên dîrokî û nêzîkatiya DAIŞ'ê weke hev in.' -
Êrîşên li dijî HDP’ê hatin protestokirin
Êrîşên li dijî HDP’ê yên di demên dawî de zêde bûne li navçeya Serav a Wanê bi daxuyaniyek girseyî hatin protestokirin. -
Bûldan: Pêvajoya çareseriyê sekiniye!
Pervîn Bûldan a HDP’î ku beşdarî kongreya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Frankfûrtê bû, daxwaz kir ku bila xebatên hilbijartinên 7’ê Hezîranê bi lez bidomin. -
Daxuyaniya Malbata Seydoyî ya li ser AKP'yiyên ji serxweşiyê hatin qewirandin
Ferdên malbata Seydoyî yên li navçeya Elbakê dan xuyakirin ku ji ber namzetê AKP'yî Alparslan bi polîsan hatiye serxweşiya wan, wan nerazîbûn nîşan dane û serdana Alparslan qebûl nekirine. -
KCK: Ji bo tinekirina zîhniyeta qirkirinê têkoşîna mezin
KCK’ê têkildarî salvegera Qirkirina Dêrsimê daxuyaniyek da û diyar kir ku tinekirina tevayî pêkanîn û zemîna zîhniyeta komkujer û qirker, têkoşîna ji bo mayîndekirina pêşerojeke azad û demokratîk hîna peywira herî sereke ye. -
Ji bo Dêrsimê rojeke reş: 4'ê Gulana 1937
Civata Ji nû ve Avakirina Dêrsimê û Komeleya Dijberiya Qirkirina Dêrsim 37-38, ji ber salvegera 78. a biryarnameya "Biryarên Dûrxistinê yên Dêrsimê" daxuyaniyek weşand. -
KÎD: Ya pîroz ne Diyanet e, nirx e
Kongreya Îslamî ya Demokratîk (KÎD) destnîşan kir ku armanca avabûna Serokatiya Karên Diyanetê ne xizmeta ji dîn re, kontrolkirina baweriyane û got, "Karê dewletê ne pênasekirina baweriyan e, naskirina baweriyan e." -
Gelo DAIŞ wê her tim mîna gefekê bimîne? - Analîz
Kurd weke gelekî ku bi sedan salan, bi hezaran salan di bin ala rejîmên dewletên cuda yên li dora welatê wan ava bûne şer kirine, demên kurt ên reveberiya cewherî ne di nav de weke 'gelê ji bo xwe şer nake' tê binavkirin. -
Li Bergheîm û Hannoverê kongreyên NCDK’ê
Li bajarên Elmanya Hannover û Bergheîm kongreyên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) pêk hatin. -
Li Freîbûrg û Montpellîerê çalakiyên destekkirina HDP'ê
Li Ewropayê çalakiyên destekkirina HDP'ê dewam dikin. Li bajarê Elmanya Freîbûrgê şeva piştgiriya HDP'ê, li bajarê Fransa Montpellîerê jî civînek bi mijara hilbijartinê hat lidarxistin. -
Keça Seyîd Riza: Ez dixwazim li ser gora bavê xwe bigirîm
Keça Seyîd Riza Leyla Agar got, "Dixwazim li ser gora bavê xwe bigirîm. Bila agahiyên li ser Tertelaya Dêrsim 37-38'an êdî werin aşkerakirin." -
‘Bi avakirina Kobanê re em ê bersivê bidin mêtinkaran’
Konferansa Jinûve Avakirina Kobanê ya ku du rojin li Amedê bi tevlîbûna gelek delegeyan pêk dihat bi dawî bû û encama nameya konferansê hate aşkerakirin. -
Li Kobanê zarokê pê li mayina DAIŞ’ê kir jiyana xwe ji dest da
Sarokê bi navê Elî Cuma yê ku pê li payina çeteyên DAIŞ’ê yên ku beriya di encama berxwedana bêhempa ya hêzên YPG/YPJ’ê ya ji Kobanê bên derxistin danîbûn, kir û di encamê de jiyana xwe ji dest da. -
Ji bo Yalçin ê HPG'yî mewlûd hat dayîn
Ji bo gerîlayê HPG'ê Hakan Yalçin (Mahîr Başkale) Mewlûd hat dayîn. -
Ji bo gerîlayê HPG'ê Mat mewlûd hat dayîn
Ji bo gerîlayê HPG'ê Yildirim Mat (Delîl Dozvan) ê li Tendurekê di pevçûna ji ber provokasyona AKP'ê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Zorova yê navçeya Tûşbayê mewlûd hat dayîn.