Li Freîbûrg û Montpellîerê çalakiyên destekkirina HDP'ê

Li Ewropayê çalakiyên destekkirina HDP'ê dewam dikin. Li bajarê Elmanya Freîbûrgê şeva piştgiriya HDP'ê, li bajarê Fransa Montpellîerê jî civînek bi mijara hilbijartinê hat lidarxistin.

Li Ewropayê çalakiyên destekkirina HDP'ê dewam dikin. Li bajarê Elmanya Freîbûrgê şeva piştgiriya HDP'ê, li bajarê Fransa Montpellîerê jî civînek bi mijara hilbijartinê hat lidarxistin.

FREÎBÛRG

Li bajarê Lahr ê bajarê Elmanya Freîbûrgê, demokratên Kurdistanî û Tirkiyeyî şevek piştgiriya ji bo HDP'ê lidarxistin.

Ji Freîbûrg, Lahr, Offenbûrg, Kehl, Mullheîm û derdora wê bi qasî du hezar kes beşdarî şevê bû. Di şeva piştgiriyê ya ji aliyê Navenda Çanda Kurd a Freîbûrgê û Komeleya Çanda Kurd a Lahr ve hat organîzkirin de namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê Tûrgût Oker û Selma Irmak axivîn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê li ser nave Komîteya Amadekar û Meclîsên Gel ên li Freîbûrg û Lahrê beşdar hatin silavkirin. Di axaftinan de hat ragihandin ku bi 8'ê Gulanê re divê her kes biçin ser sindoqan, dengê xwe bikar bînin û di heman demê de her kes li derdora xwe herî kêm kesekê/î ji bo dengê xwe bide HDP'ê îqna bike.

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê û namzeta parlamenteriyê ya Colemêrgê Selma Irmak li şevê axivî û got, "Dûrbûn nikare me ji hev qut bike. Bi salan em li ser axa xwe hatin binpêkirin. Ji ber em li dijî sîstem û koledariya wê derketin, hatin binpêkirin."

Irmak anî ziman ku ji bo dîtina aqûbeta van zaliman temaşekirina li selika çopê ya dîrokê wê têrê bike û destnîşan kir ku têkoşîna li hemberî vê jî wê di rûpelên dîrokê de cih bigire. Irmak ragihand ku li Ewropayê hewldaneke berfireh tê dayîn û got, "Di 8'ê Hezîranê de bi pîrozbahiyeke mezin em ê vê serketinê pîroz bikin."

Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê herêma 2. a Stenbolê Tûrgût Oker jî di axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya li pêşberî komkujiya di salê dawî de li Sûriye, Iraq û tevahiya Rojhilata Navîn tê serê Tirkmenan, Êzidî û Elewiyan. Oker diyar kir ku bi tenê Kurd gihaştine hawara wan û got, "Heta niha em bi tena serê xwe nebûn dengek. Lê divê em êdî dengê xwe bilind bikin. Em yên li Ewropayê dijîn, divê em desthilatdariya sûltanan di 8'ê Gulanê de bi çûyîna ser sindoqan re hilweşînin. Bi salan endamên me dengê xwe dan CHP'ê. Lê belê ya ku îro dikare sûltan ji textê daxîne, HDP ye. Di 8'ê Gulanê de girîng e em hêza xwe nîşanî dost û dijminên xwe bidin."

Serokê Dîaspora Êzidî-Şengalê Kemal Îgrek jî li vir peyivî û destnîşan kir ku ruhê berxwedana Şengal û Kobanê wê bi serketina HDP'ê re tacîdar bibe.

Di şevê de Sosin, Kawa Ûrmiye, Peywan Arjîn, Koma Welato, Gerîlaya Sound û Îsmaîl Kartal, Koma Sê Gulên Azad a govenda zarokan a Navenda Çanda Kurd a Freîbûrgê derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

MONTPELLÎER

Li bajarê Fransa Montpellîerê jî ji bo destekdayîna HPD'ê civînek bi mmijara hilbijartinê hat lidarxistin. Di civîna li salona Partiya Komunîst de namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Mûşê amade bû û axaftinek kir.

Işik di civîna bi beşdariyeke xurt de diyar kir ku di 7'ê Hezîranê de du rê li ber gelên Tirkiyeyê ye; ya wê wê bi jiyaneke azad her kes bi nasnameya xwe li welatê xwe bîr û baweriya xwe bi awayekî azad bijî, yan jî feraseta dîkta ya yekparêziyê bi dijminatiya li baweriyan wê dizîtî û desthilatdariya xwe dewam bike.

Işik bal kişand ser provokasyonên li Agirî û metropolên Tirkiyeyê û destnîşan kir ku ev provokasyon plansaziya AKP'ê ne. Işik got, "Lê belê tirs bê feyde ye. Em ê hemû bi hev re 33 roj ên din derbas bikin, hem dengê xwe bikar bînin hem jî bi dost, heval û xizmên xwe yên li welêt re têkiliyê deynin û li ser sindoqê derbê li vê sîstem û zîhniyetê bixînin."

...