Li Bergheîm û Hannoverê kongreyên NCDK’ê

Li bajarên Elmanya Hannover û Bergheîm kongreyên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) pêk hatin.

Li bajarên Elmanya Hannover û Bergheîm kongreyên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hatin.

BERGHEÎM

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bajarê Bergheîm ê Elmanyayê kongreya xwe ya yekem pêk anî. Kongre li salona Dawetê ya My Event pêk hat û nêzî 300 delege beşdar bûn. Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal û Wezîrê Tenduristiyê yê Kantona Kobanê Dr. Nehsan Ahmed axivîn.

ŞOREŞA ROJAVA TEVÎ AKP’Ê GIHIŞT SERKETINÊ

Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal diyar kir ku di serdemeke gelek girîng de derbas dibin û ev di aliyê pêvajoya çareseriyê de cihekî girîng digire û wiha pê de çû: “Di vê pêvajoya du salî de Rêber Apo gavên mezin avêtin. Lê AKP van gavan ji nedît îve tê. Dema Rêber Apo ev gav diavêt ji AKP’ê bendewariyek wî tine bû.

Ji ber ku li Rojava gelê me bi îradeya xwe, tevî AKP’ê,  şoreşek mezin pêk anî. Tirkiye ji bo ku pêşî lê bigire, ji destê wan hat kir. Piştgirî dan DAIŞ’ê û hewl dan pêşî li vê bigirin. Lê gel ev lîstik vala derxistine. Di 7’ê Hezîranê de wê ev lîstik dîsa xera bibe.
Di vê pêvajoyê de divê biçin ber hemû deriyan, ji gel re bê vegotin divê dengan ji bo HDP’ê bidin. Dema ev bê kirin jî divê AKP û CHP ji hev neyê cudakirin û biçin ber derê hemû kesî.”

PÊVAJO JI BER ERDOGAN XITIMÎ

Kartal bersiv da gotinên Serokkomar Erdogan ên ‘Kurd dengan didin AKP’ê. Ji ber vê pirsgirêk hatiye çareserkirin, pirsgirêk nemaye. Wê demê çima alî hebin?’  û wiha got: “Xebatên heta niha ji aliyê Rêbertiyê ve hatine meşandin, ji aliyê Erdogan ve hatine beralîkirin.  Lê rastî çi ye? Di encama hevdîtinên ku hikûmet û Rêber Apo pêk aniye de; pêvajoyeke avakirina heyeteke çavdêr, muxtabî bi dest xist.  Ji ber vê yekê mafên heyeta çavdêr hatin tespîtkirin. Ji bo vê yekê li aliyekî heyetên wek muzakerevan yên ku rêbertiyê temsîl dikir, hat avakirin. Li aliyekî heyetên dewletê hat avakirin. Musteşariya Ewlehiya Cemawerî li ser navê dewletê heyetek ji sê kesî hat avakirin. Piştî vê Newrozê wê  pêvajoyek nû ya bi du heyet û heyetên çavdêr bihata destpêkirin. Lê di 20’ê mehê de rojek beriya Newrozê Erdogan mudaxaleyî pêvajoyê kir û hemû da aliyekî.”

ERDOGAN XWE JI ŞER RE AMADE DIKE

Kartal wiha berdewam kir: “Ev mudaxaleya Erdogan ji bo pergala serokatiyê ye. Dixwaze 400 parlamenterî bi dest bixe.  Tê dîtin ku AKP dihele. Kurdên dengên xwe didin AKP’ê, ber bi HDP’ê ve diçin, ên  neteweperestên AKP’ê jî didin MHP’ê. Encamên vê hilbijartinê balkêş in. Ji ber vê Erdogan mudaxaleyî pêvajoyê dike. Ev ne tenê mudaxaleya hilbijartinê ye. Erdogan şerê xwe amade dike.”

Kartal got ku ev 40 sale gelek ji bo azadî û pêşeroja xwe têdikoşe û wiha berdewam kir: “Rastiya têkoşîna gelekî ku bi hezaran şehîdên wan hene û li hemû cîhanê têkoşînê dimeşîne, tinekirin, tê wateya şer.”

AZADIYA KOBANÊ LI HER ÇAR PARÇEYAN BIXWEBAWERÎ AFIRAND

Wezîrê Tenduristiyê yê Kobanê Dr. Neshan Ahmed jî bal kişand ser pirsgirêkên li Kobanê û got ku bi berxwedana mezin a gel hatine vê rojê û wiha berdewam kir: “Bi vê berxwedanê ne tenê li Rojava li Başûr, Bakur û Rojhilat jî berxwedan pêk hat. Azadiya Kobanê ji bo hemû parçeyan girîng bû. Ji ber vê azadiya Kobanê li hemû parçeyan bixwebawerbûn anî.”

Ahmed venekirina korîdora mirovahî ya li Kobanê jî rexne kir û got ku divê ji bo avakirina Kobanê her kes peywira xwe bîne cih.

Li ser navê MLKP’ê Yaşar Îlden jî axivî û destnîşan kir ku divê her kes bi ruhê Kobanê xwedî  li 7’ê Hezîranê derkeve.

Piştî axaftinan meclîseke ji 27 kesan a ji komîsyonên rêxistinkirin, civakî, têkiliyên derve, jin û ciwanan hat avakirin. Ji bo hevserokatiyê Gulten Koç û Beşîr Dag hatin hilbijartin. Kongre bi govendan bi dawî bû. 

HANNOVER

Li Hannoverê jî Meclîsa Civaka Demokratîk a Herêma 1 û 2 a Hannoverê 6. Kongreya xwe ya Asayî bi beşdarbûna 90 delegeyî pêk anî.

Kongre li Pavillon Gros Salla saet di 12'an de pêk hat. Rêzgirtin pêk hat, dîwan hat hilbijartin û siyasetmedarê Kurd Ahmet Çelîk geşedanên siyasî nirxand.

Çelîk da xuyakirin ku pêşketina sazîbûnê civakê tîne rewşa îradeyek xurt û dike xwedî mafê ku dikare qedera xwe tayîn bike û got ku meclîs di rastiyê de herêmên wihan e.

Çelîk destnîşan kir ku HDP alaveke alternatîf ya ku jiyaneke nû ya gelan rêxistin dike ye. Çelîk bi lêv kir ku kesên ku digotin Kobanê dikeve, bi derketina HDP’ê re ew ketine.

Rapora xebatên salekê hatin xwendin û pêşkêşî delegeyan hat kirin. Piştî nirxandinê rapor hat qebûlkirin.

Piştre jî derbasî hilbijartinê bûn. Ji bo hevserokatiyê Altun Şenturk û Abdullah Efe hat hilbijartin. Komîsyon hatin hilbijartin û meclîsa giştî hat hilbijartin.

AABF, ADHF, ATIF, ASM, DIDF û PYD jî peyamên xwe yên piştevaniyê şandibûn.

...