Mayina ku çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê ya ji çeteyan hate rizgarkirin danîbûn zarokek qetil kir. Di saetên danê sibê yêên îro de li Taxa Miştenûrê mayina ku beriya niha ji aliyê çeteyan ve hatibû danîn teqiya. Di encamê de zarokên birayên hev ên bi navê Elî Cuma (5) û Mihemed Cima (15) birîndar bûn. Zarokan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û ji wir jî veguhestin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerde ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê. Hate ragihandin ku Elî Cuma nehate rizgarkirin.
Cenazeyê Elî Cuma rakirin Saziya Tiba Edlî ya Rihayê û piştî karûbarên otopsiyê wê teslîmê malbatên wan bên kirin.
Hate zanîn cenazeyê Elî Cuma birin Kobanê û Mihemed Cuma jî tê dermankirin.