Ji bo Yalçin ê HPG'yî mewlûd hat dayîn

Ji bo gerîlayê HPG'ê Hakan Yalçin (Mahîr Başkale) Mewlûd hat dayîn.

Ji bo gerîalyê HPG'ê Hakan Yalçin (Mahîr Başkale) yê li Başûrê Kurdistanê ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest da, li taxa Hirisan a Elbakê mewlûd hat dayîn.

Di mewlûdê de tevî Hevserokê DBP'ê yê Wanê Mîraz Çalli, namzpetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Wanê Selamî Ozyaşar û Hevşaredarên Elbakê gelek kes amade bûn.

Hevserokê DBP'ê yê Wanê Mîraz Çalli di axaftina xwe ya li mewlûdê de got, "Şehadet her tim bûye para Kurdan. Weke ku hûn jî dizanin ev demeke em di nava şer de ne. Her çend ev 3 sal in li Bakurê Kurdistanê pêvajoyeek aştiyê hatibe destpêkirin jî şer li tevahiya Kurdistanê û Rojhilata Navîn belav bûye. Em ê jî bîranîna şehîdên xwe weke rêberê xwe bibînin û her tim xwedî li rûmeta xwe derkevin. Weke neferên têkoşîna azadiyê em dibêjin ku em ê her tim di rêya şehîdên xwe de bimeşin û em ê xwedî li têkoşîna wan derkevin."

Mewlûd bi dayîna nanê xêrê bi dawî bû.