KURDISTAN
Meclisa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekî bernama 12’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxê eşkere kirin. Wê 10 rojan li Sûka Serî ya Şengalê çalakiyên bîranînan bên lidarxistin.
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Hemû Nûçe
-
-
-
-
-
Îlboga hat girtin
Ev demek bû Îlboga li Erziromê di nexweşxaneyê de dihat dermankirin û piştî tedawiyê bi îdîaya 'endamê rêxistinê' ye hat girtin.
-
Li Xinisê 2 jê zarok 5 kes hatin girtin
Ji 7 kesên li navçeya Xinisê ya Erziromê roja 2'yê Gulanê hatin binçavkirin, bi biryara dadgehê serbest hatin berdan, ji ber îtîraza dozger careke din hatin binçavkirin 2 jê zarok 5 kes hatin giritn.
-
-
Li Surê kevirkirina rêyan berdewam dike
Xebatên Şaredariya Surê ku demeke dirêje li tax û gundên girêdayî şaredariya Surê berdewam dikin û rê û piyarêyên wan bi keviran tên raxistin ji alî hevşaredar ve hate kontrolkirin.
-
-
Hozat: Civandina Kongreyê di rojeva me de nîne
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Hozat: Rojeveke me ya ji bo civandina kongreyê niha nîne. Ji ber ku ev pêvajo nemeşiya û ti gav nehat avêtin. PKK wê li gorî gavên dewletê kongre bicivanda. Me kongre ji rojeva xwe derxist.
-
Cenazeyê 3 şervanan anîn Pirsûsê
Cenazeyên Şervanên YPG’ê Îbrahîm Cîn (Siyabend Zinar), Ramazan Bektay (Egîd Cûdî) û şervana YPJ’ê Ayten Gok (Dîdar Gabar) ku li Kobanê di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabûn, birin Pirsûsê.
-
-
-
-
-
Li Kobanê û Cizîrê çalakiyên YPG/YPJ'ê
Hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev li rojhilatê Kobanê û rojavayê Cizîrê li hemberî çeteyan çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de 3 wesayîtên çeteyan tevî çeteyên tê de hatin rûxandin.
-
-
-
-
Nivîskarên Başûrî 'destûra bingehîn a demokratîk' dixwazin
Der barê pêvajoya destûra bingehîn a nîqaşên wê li Başûrê Kurdistanê dewam dikin de nivîskaran gotin, "Divê hemû cihêrengiyên civakê di nava xwe vehewîne" û destnîşan kir ku pêwîste destûra bingehîn demokratîk be, cih bide daxwazên gel.
-
-
-
4 kes hatin binçavkirin, kesek hat girtin
Bi nêzîkbûna hilbijartinan re hêzên dewleta Tirk pêla binçavkirin û girtinan dewam dikin. Li navçeyên Îpekyolû û Artemêtanê 4 ciwan hatin binçavkirin. Li Kerboranê jî kesek hat girtin.
-
-