Rojên betlaneya fermî yên Kantona Cizîrê diyar bûn
Qanûna betlaneyên fermî ya Kantona Cizîrê ji aliyê Hevserokatiya Kantonê ve hate îmzekirin û di rojnameya fermî de hate belavkirin.
Qanûna betlaneyên fermî ya Kantona Cizîrê ji aliyê Hevserokatiya Kantonê ve hate îmzekirin û di rojnameya fermî de hate belavkirin.
Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê di civîna xwe ya 25’ê Nîsana 2015’an de qanûna diyarkirina betlaneyên salê yên herêma Cizîrê nîqaş kir. Piştre ji aliyê piraniya endamên Meclîsê ve hate erêkirin. Her wiha ji bo ku qanûn têkeve meriyetê ji Hevserokatiya Kantonê re hate şandin. Qanûn piştî ku ji aliyê Hevserokên Kantonê Hediye Yûsif û Şêx Himêdî Deham El-Hadî ve hate îmzekirin, di rojnameya fermî de hate weşandin û ket meriyetê.
Qanûn ji 6 madeyan pêk tê û tê de hemû betlane û munasebetên salê ji bo hemû aliyên giştî diyar dibin. Her wiha rojên bîranînê yên hemû pêkhateyên herêmê jî tê de hatine diyarkirin.
Diyarkirina betlaneyên fermî yên Kantona Cizîrê
Biryara hejmar /10/ ya sala 2015
Li ser bingeha zagonên Hevpeymana Civakî û erêkirina Meclîsa Zagonsaz ji qanûna betlaneyên fermî yên kantona Cizîrê re, Hevserokatiya Kantonê li ser van madeyan îmze kir.
Made 1:
Betlaneyên fermî û munasebetên hemû aliyên giştî/ ji bilî rêveberiyên ku pêdiviya karê wan bi berdewamiyê heye. Betlane ji aliyê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê ve wiha hatin diyarkirin:
Cejna Sersalê dikeve 1’ê Çile
Îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, dikeve 21’ê Çile
Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dikeve 15’ê Sibatê
Cejna jinan a cîhanê, dikeve 8’ê Adarê
Cejna dayik û cejna Newrozê
Cejna sersala Babeliyan dikeve 1’ê Nîsanê
Cejna Çarşema Sor a Êzidiyan dikeve yekemîn çarşema meha Nîsanê
Cejna Serxwebûnê, dikeve 17’ê Nîsanê
Cejna Karkerên cîhanê dikeve 1’ê Gulanê
Cejna şehîdan dikeve 18’ê gulanê
Cejna şoreşê dikeve 19’ê Tîrmehê
Cejna Rojiyê
Cejna Qurbanê
Cejna Zayîna Hz. Îsa dikeve 25’ê Kanûnê
Cejna Vejînê (rojhilat û rojava)
Cejna Zayîna Hz. Mihemed, dikeve 12’ê meha Rebîi El-Ewel
Cejna Sersalê ya Îslamiyan dikeve 1’ê meha Miherem
Made 2:
Rojên guncaw ji bo munasebetên van bîranînan:
Cejna dare 15’ê Çile
Serhildana Qamişlo 12’ê Adarê
Komkujiya Helebçe 16’ê Adarê
Cejna mamoste, duşema dawî ya meha Adarê
Bîranîna komkujiyên Sêfo 24’ê Nîsanê
Rojbûyîna Rêber Apo 4’ê Nîsanê
Roja aştiya navneteweyî 1’ê Îlonê
Cejna zimanê dayikê 15’ê Gulanê
Têkoşîna li dijî tundiya li hemberî jinê 25’ê Mijdarê
Roja zarokan 20’ê Mijdarê
Roja piştgiriya bi Kobanê re 1’ê Mijdarê
Cejna rojiyê ya Êzidiyan, îna duyemîn ji meha Kanûnê
Made 3:
Ji bo hemû sazî û navendên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê roja Înê betlane ye.
Ji bo hemû dibistan, enstûtiye û navendên perwerdehiyê rojên În û Şemî betlane ne.
Made 4:
Divê Meclîsa Rêveber ji bo van betlaneyên jorîn beriya du rojan ji betlaneyê biryarekê derbixe.
Made 5:
Hemû biryar û qanûnên der barê vê mijarê de yên beriya vê biryarê tên betalkirin.
Made 6:
Ev qanûn piştî ku di rojnameya fermî de were belavkirin û têkeve tabloya ragihandina Meclîsa Zagonsaz, dikeve meriyetê.