Artêşa Tirk operasyonên xwe zêde kir

HPG'ê da xuyakirin ku artêşa Tirk li bejahiya navçeya Erzîrom Qereyaziyê operasyon pêk aniye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser tevgera leşkerî ya artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 4'ê Gulanê saet di 10'an de artêşa Tirk li derdora gundên reşoyê Sidiq û Eliyê Kiça yên navçeya Erzîrom Qereyaziyê bi gelek maşînên zirxî derketiye operasyonê.

HPG'ê diyar kir ku di vê operasyonê de gund hatine dorpêçkirin, zext li gundiyan hatiye kirin û operasyon saet di 16'ê berêvarê de bi awayekî bê encam mayî, bi dawî bûye.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku di 4'ê Gulanê saet di 04'an de li gundê Başetê yê navçeya Amed Liceyê û saet di 05'an de jî li rêya bejahî ya Çewlik-Amedê artêşa Tirk bi maşînên zirxî lêgerîneke berfireh kiriye.