Endama Heyeta HDP'ê ya Îmraiyê û parlamenter Pervîn Bûldan, gotina 'HDP di binê bendê bimîne wê super be' ya Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan û rawestandina pêvajoya çareseriyê ji ANF'ê re nirxand.
Bûldan bibîr xist ku Akdogan di pêvajoya çareseriyê û desteya çavdêriyê de xwedî roleke aktîf e û diyar kir ku weke wezîrekî diyaloga HDP'ê ya bi dewletê re, çûn û hatina Îmraliyê pêk tîne û hevdîtinên li Îmraliyê yek bi yek dixwîne, daxuyaniyeke bi vî rengî ya Akdogan nêzîkatiya wan a li pêvajoyê radixe pêş çavan.
Bûldan got, "Em dixwazin ji Birêz Akdogan re ji vir ragihînin ku HDP'ê ji mêj ve bend derbas kiriye û ya ji bo me super e ev e" û anî ziman ku piştî hilbijartinan ew ê bi derbasbûna ji bendê re vê yekê bînin bîra Akdogan.
'PÊVAJO BI QASÎ KU DI BER HILBIJARTINÊ RE NEÇE, BI QÎMET E'
Bûldan da xuyakirin ku daxuyaniyên bi vî rengî ne HDP'ê zerarê dide AKP'ê û destnîşan kir ku daxuyaniyên bi vî rengî HDP'ê xurttir dike. Bûldan got, "Ew çiqasî daxuyaniyên bi vî rengî dikin, di çavê mirovan de biçûk dibin." Bûldan bang li Akdogan ku li şûna bi HDP'ê re mijûl bibe hewl bide derdora maseya li Îmraliyê dagire û got, "Birêz Akdogan dest ji HDP'ê berde, hewl bide tavilê derdora maseya li Îmraliyê dagire û desteya çavdêriyê ava bike. Pêvajoya aştî û muzakereyê bi qasî ku di ber pêvajoya hilbijartinê re neçe, pêvajoyeke bi qîmet e. Ji bo mirovên me nemirin bi qîmet û girîng e."
'TAYYÎP ERDOGAN KETIYE SERÊ GOVENDÊ'
Bûldan da zanîn ku ev daxuyaniyên Akdogan ji Serokkomar Erdogan cuda nîne û anî ziman ku Erdogan û ekîba wî ya dibîne dengên AKP'ê kêm dibe û yên HDP'ê zêde dibe, li encamên anketê dinêrin û daxuyaniyan didin. Bûldan ragihand ku Erdogan û ekîba wî, hewl didin xerabûna moralê xwe bi van daxuyaniyan ji holê rakin û got, "Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ketiye serê govendê, yên din jî didin dû wî."
Bûldan diyar kir ku li vî welatî pirsgirêka Kurd heye, eger nebûya îro li odeya Îmraliyê maseyek nedibû û destnîşan kir ku înkarkirina pirsgirêka Kurd tê wateya înkarkirina pêvajoyê. Bûldan da xuyakirin ku ji bo rêveçûna pêvajoya çareseriyê girîng e mekanîzmayên pêwîst werin avakirin û ragihand ku hem Erdogan hem Akdoga hem jî Davûtoglû bi daxuyaniyên xwe re pêşiya vê mekanîzmayê dixetimînin û zerarê didin pêvajoyê.
'NE AKP BE, PARTIYEKE DIN JÎ BE...'
Bûldan anî ziman ku hikûmeta AKP'ê ji bo pêvajoyê mûxatabê bi tenê nîne û axaftina xwe wiha dewam kir: "Pêvajo ne pêvajoyeke ku bi AKP'ê re dimeşeye ye, bi dewletê re dimeşe. Ev hemû muzakere, mutebeqet bi dewletê re tên kirin. Hikûmeta AKP'ê jî ji ber hikûmet e, bi tenê bi çêkirina qanûnan re wezîfedar e. Lewma, partiyeke din be jî wê pêvajoya çareseriyê bimeşe û bi pêş bikeve. Piştî hilbijartinan ji bo pêvajoya aştî û muzakereyê baş bimeşe çi ji destê me bê em ê bikin, ji ber ku di encamê de mirov namirin."
'HETA MUZAKERE DESTPÊ NEKE KONGRE NABE'
Bûldan biryara PKK'ê ya necivandina kongreyê ya ji ber daxuyaniyên neyînî yên AKP'ê nirxand û û diyar kir ku kongre ji dema piştî hilbijartinê re maye. Bûldan bibîr xist ku muzakereyan hînê destpê nekirine û got, "Eger muzakere destpê kiribûya dibe ku îro daxuyaniyeke cuda ji Qendîlê bihata. Ji ber ku Birêz Ocalan jî ji bo Qendîlê gotibû, 'Dema mutebeqet pêk hat û muzakereyê destpê kir, ez ê banga xwe ya esasî di wê demê de li we bikim'. Lê em hînê derbasî muzakereyê nebûne. Pirsgirêk jî di vir de ye û ancax bi derbasbûna muzakereyê dikare çareser bibe. Heta ku muzakere destpê neke KCK biryarek li ser danîna çekan nade."
Bûldan da xuyakirin ku çûn û hatina wan a Îmraliyê tê astengkirin û ragihand ku herî dawî di 5'ê Nîsanê de çûne giravê, ji bo careke din biçin serlêdan kirine, lê ev 10 roj in bersiv nehatiye. Bûldan diyar kir ku ji bo pêvajoya çareseriyê bi pêş ve biçe divê bi tavilê heyeta muzakereyê û desteya çadêriyê were avakirin, li ser 10 xalan nîqaş destpê bikin û got, "Bi van nîqaşan û destpêkirina muzakereyê re wê Birêz Ocalan banga eslî li Qendîlê bike."