Li Surê kevirkirina rêyan berdewam dike
Xebatên Şaredariya Surê ku demeke dirêje li tax û gundên girêdayî şaredariya Surê berdewam dikin û rê û piyarêyên wan bi keviran tên raxistin ji alî hevşaredar ve hate kontrolkirin.
Xebatên Şaredariya Surê ku demeke dirêje li tax û gundên girêdayî şaredariya Surê berdewam dikin û rê û piyarêyên wan bi keviran tên raxistin ji alî hevşaredar ve hate kontrolkirin.
Hevşaredarê Surê ji bo ku li cihê kar xebatên kevirkirina piyarêyan ji nêz ve bişopîne serdana hin gundên ku ev xebat li wan berdewam dike kir. Xebatên Şaredariya Surê ku demeke dirêje li tax û gundên girêdayî şaredariya Surê berdewam dikin û rê û piyarêyên wan bi keviran tên raxistin ji alî hevşaredar ve hate kontrolkirin.
Gerînendehiya Karên Fenê ya Şaredariya Surê kar û xebatên kevirraxistinê li gelek gundên girêdayî Surê dimeşîne û hê jî ew xebat berdewam dikin. Hevşaredarê Surê Seyid Narin, xebatên ku niha li gundên (Ozeklî, Yîgîtçavuş û Aksalkim) ku niha bûne taxên girêdayî Surê li cihê kar kontrol kir û agahiyên der barê van xebatan de ji kedkarên li ser kar kir.
Seyid Narin, da xuyakirin ku ew ji bo xizmeta gelê xwe vê peywîra xwe berdewam dikin û çend meh in ku wan herî zêde giraniya xwe daye ser gundên girêdayî şaredariyê û hewl didin ku kêmasiyên wan tevan pêk bînin.
Narin di berdewamiya axaftina xwe de behsa xebatên şaredariya Surê kir û wiha got: “ Li navenda bajêr jî xebatên me berdewam dikin, lê ji vê sedema ku em hatine ser kar, me giranî daye ser xebatên li gundan û ew xebatên me berdewam dikin. Heta ku ji me tê em dixwazin gund û taxên xwe ji herî û çiravê xelas bikin da ku nava gundên me jî paqijtir bibin.
Hevşaredar Narîn der barê van xebatan de di dawiya axaftina xwe de got ku wan heta niha 100 hezar metrekare kevir raxistine û armanca wan ew e ku heta dawiya payîzê 100 hezar metrekareyên din jî bi keviran raxînin.