Leşker li Tutaxê derket operasyonê, gel diherike herêmê
Li navçeya Agirî Tutaxê, leşkeran dest bi operasyonê kirin. Gelê herêmê weke mertalên zindî diherike herêma operasyonê.
Li navçeya Agirî Tutaxê, leşkeran dest bi operasyonê kirin. Gelê herêmê weke mertalên zindî diherike herêma operasyonê.
Piştî provokasyona li Tendurekê, zêdebûna liv û tevgera artêşa Tirk a li herêma Serhedê balê dikşîne. Piştî bi dawîbûna operasyona li bejahiya Reşa Sebrî ya 30 km dûrî navçeya Erzîrom Qereyaziyê, li bejahiya gundê Qertavin ê navçeya Agirî Tutaxê leşkerên Tirk derketin operasyonê.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, artêşa Tirk danê sibehê hejmareke zêde maşînên zirxî veguhast sêgoşeya Qereyazî, Patnos û Tutaxê. Gelê herêmê yê pê hesiya ku leşker berê xwe didin Çiyayê Qertavinê, weke mertalê zindî çû herêma operasyonê.
Li aliyê din, hat ragihandin ku li ser navçeya Mûş Melezgîrtê tevgera balafirên şer û keşfê heye.