3 şervanên YPG’ê hatin oxirkirin

Cenazeyên 3 şervanên YPG’ê yên 4’ê Gulanê di berxwedana Til Temir de jiyana xwe ji dest dan spartin axê.

Cenazeyên 3 şervanên YPG’ê yên 4’ê Gulanê di berxwedana Til Temir de jiyana xwe ji dest dan spartin axê.

Şêniyên welatiyên Hesekê û gundên girêdayî wê cenazeyên şervanên YPG’ê Sitim El-Ebdela (Nûman Heseke), Rênas Humêdî (Çekdar Rojava) Roham Memmo (Dijwar Heseke) ên 4’ê gulanê di berxwedana gundê Xerîta yê di navbera Hesekê û Til Temir de jiyana xwe ji dest dane ji Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ya Hesekê derxistin rê.

Girseya ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û şervanên YPG’ê  û alên YPG, YPJ û TEV-DEM’ê hilgirtin, bênavber dirûşe gotin, li rêya ketina goristanê cenaze li ser milan kirin heta goristanê birin. Li goristanê merasîm hate lidarxistin.

Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir û piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Ezîz Dawê axivî soza da ku wê heta dawiyê li ser rêya cangoriyên azadiyê bimeşin da. Li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Endamê Dîwana Meclîsa Zagonsaz  Ekrem Mehşûş axivî û got: ˮVan şehîdên me careke din tekez kirin ku kantona Cizîrê bi hemû pêkhateyên xwe yek dest in. Di şerê azadiyê de xwîna Kurd, Ereb û Suryaniyan ketiye nava hev. Di merasîmê van qehremanan de ku yek ji wan ji pêkhateyên Erebe gotinên min îspat dike û yekîtiya kantona Cizîrê dijî, aşkera dike.ˮ

Mehşûş, di berdewama axaftina xwe de bang li ciwanên Ereb kir ku tevlî nav a refên YPG’ê bin û ev tişt anî ser ziman: ˮPêwîst e ciwanên Ereb tevlî YPG’ê bibin. Gerek seferberiya Erebî li dijî çeteyên DAIŞ’ê û hewldanên wan a li dijî biratiya gelan bê îlankirin.ˮ

Li ser navê TEV-DEM’ê jî endamê Rêveber ê TEV-DEM’ê Ebduselam Ehmed axivî û berxwedana şêniyên Hesekê û tevahiya herêmê ya li dijî çeteyan û di serî de berxwedana hêzên YPG’ê pîroz kir. Ehmed, da zanîn ku çiqasî êrîşên çeteyan dijwar jî bin, hêza YPG û YPJ’ê bersiv didin û herêmê bi tevahî diparêzin.

Li ser navê Yekîtiya Star Yisra Ilyas axivî û bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku tevlî nava berxwedana hêzên YPG û YPJ’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê bibin. Ilyas, destnîşan kir ku bi berxwedana YPG’ê û hêzên hevbeş êrîşên çeteyan yên li TIl Temir û Serêkaniyê têk diçin û gelê herêmê bi ser dikeve.

Piştî axaftinan sicîlên şervanan hate xwendin û wesîqeyên şehadetê radestî malbatan hatin kirin. Li ser navê malbatan jî axaftin hatin kirin û soza şopandina rêya cangoriyan hate dayîn.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên şervanan bi tiîlî û dirûşman spartin axê.