Hevserokat Konseya Rêveber a KCK'ê Hozat destnîşan kir ku hikûmeta AK'Pê dawî li 'pêvajoya çareseriyê' aniye û diyar kir ku siyaseta tesfiyekar a AKP'ê deşîfre bûye. Hozat der barê nîqaşên li ser kongreya PKK'ê jî got, "Rojeveke me ya ji bo civandina kongreyê niha nîne. Ji ber ku ev pêvajo nemeşiya û ti gav nehat avêtin. Muzakere li aliyekî, pêvajoya diyalogê jî ji holê hat rakirin. Ev meheke hevdîtin bi Rêberê me re nabe, heyet nikare biçe cem Rêberê me. PKK wê li gorî gavên dewletê kongre bicivanda. Me kongre ji rojeva xwe derxist. Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, PKK kongreyeke bi vî rengî nacivîne. Heta ku nasnameya Kurd neyê naskirin, li ser vê bingehê destûra bingehîn neyê guhertin û statuya Kurdan neyê qebûlkirin, kongreyeke bi vî rengî ti carî nacive. Pêwîste Rêberê me weke aliyekî bi awayekî fermî were qebûlkirin."
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat nîqaşên rojên dawî yên li ser civandina kongreya PKK'ê, daxuyaniyên Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û rayedarên AKP'ê yên li ser 'pêvajoya çareseriyê' ji televîzyona MED NÛÇE re nirxand.
'AKP'Ê PÊVAJO QEDAND'
Hozat da xuyakirin ku di rewşa heyî de AKP'ê pêvajo qedandiye û got, "Pêvajoya diyalogê jî hat bidawîkirin. Meheke hevdîtin bi Rêberê me re nabe. Ev çend car in heyet serlêdanê dike, lê destûr nayê dayîn, hevîtin çênabe."
Hozat diyar kir ku ev rewş helwesta Erdogan û rayedarên AKP'ê yên li ser pirsgirêka Kurd û pêvajoyê bi awayekî zelal radixe pêş çavan û got, "Bi awayekî gelekî vekirî nîşan dan ku siyaseta ew dimeşînin siyaseta tesfiyeyê ye, ti polîtîkayeke wan a ji bo çareseriyê nîne, ev 2 sal in di nava siyaseteke mijûlkirinê de ne, armanca wan a bingehîn ew e ku pirsgirêka Kurd ji bo hilbijartinan weke amûreke polîtîk bikar bîne, bi vî rengî argumanên pêvajo, aştî û çareseriyê bilêv dikin."
Hozat anî ziman ku AKP hînê ji polîtîkaya mijûlkirinê hêviyan dike û got, "Pêvajoya hilbijartinê ye, hesap dikin ku eger karibin bi xapandinê hin dengan ji Kurdan bigirin. Wekî din hewl dide ku jê bê ji hin derdorên alîgirên aştiyê yên raya giştî ya Tirk, dengan bistîne. Hesabê vê dikin."
'MASKEYA AKP'Ê KET'
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat ev yek destnîşan kir: "Bi provokasyona li Agirî re maskeya AKP'ê ketiye, siyaset û argumanên wê deşîfre bûne. Bi van daxuyaniyên xwe yên di demên dawî kir re, ket nava valahiyekê de. Dema dibêjin 'em di çareseriyê de bi biryar in' mebesta wan 'di tesfiyeya PKK'ê de bi biryar in'. Bi awayekî vekirî anîn ser ziman. Erdogan dibêje 'Pirsgirêka Kurd nîne, pirsgirêka welatiyên me yên Kurd hene.' Ev tê çi wateyê? Pirsgirêka nasnameyê ya Kurdan, azadî û mafên wan ên weke gel nîne. Red û înkarê dewam dike. Erdogan û AKP'ê jibera fermî neguhertine. Vê yekê dewam dike. Polîtîkaya înkar û tinekirinê dewam dike. Pirsgirêka Kurd weke 'pirsgirêka terorê' dinirxîne. Çareseriya wê jî bi tesfiyekirina PKK'ê dibîne. Di nava du salên dawî de di vê polîtîkayê de ti guhertin nebû. Di daxuyaniyên dawî de bi zelalî nîşan dan ku di polîtîkaya înkar û tinekirinê de wan bi mîlîmekê be jî paşve gav neavêtine. Zelal e; AKP'ê biryara şer girtiye. Ev biryara şer di civîna MGK a 30'ê Cotmehê de girtin. Ji bo zemîna rewa ya biryara şer 'Pakêta Ewlekariyê ya Hundir' amade kirin. Di nava amadekariyeke cidî ya şer de ne."
'DIXWAZIN PÊŞÎ LI PÊŞKETINA HDP'Ê BIGIRIN'
Hozat diyar kir ku di şexsê HDP'ê de gel xwedî li siyaseta demokratîk derdikeve û got, "Di vê hilbijartinê de jî destekeke cidî heye ji bo siyaseta demokratîk a di şexsê HDP'ê de. AKP pêşketin û serketina siyaseta demokratîk weke tinebûna xwe fêm dike, dibîne. Ji ber ku ev yek wê hegemonay AKP'ê ji holê rake. Weke tinebûna zextdarî û otorîteriyê dibîne. Hewl dide pêşî li pêşketin, xurtbûn û rêxistinbûyîna HDP'ê ya li Tirkiyeyê bigire. Hewl dide dengên ji Tirkiyeyê bên asteng bike."
Hozat da zanîn ku polîtîkayên şîdet û şer wê ji niha û pê encamê dernexîne holê û der barê provokasyonên AKP'ê de hişyarî da.
'DIVÊ KESEK NEYÊ PROVOKASYONÊN AKP'Ê
Hozat li hemberî provokasyonan ev bang kir: "Ji bo hilbijartinan mehek maye, em ê jî heta dawiyê bi berpirsyariya xwe rabin. Li hemberî hemû polîtîkayên provokatîf û tevdanê yên AKP'ê, em di nava têkoşîneke cidî ya valaderxistinê de ne. Û em ê bi ti awayî neyên vê. Divê gelê me û tevahiya civaka Tirkiyeyê jî hişyar bin; neyên provokasyonên AKP'ê."
'EGER AKP'Ê GAVÊN JI DIL AVÊTIBÛYA WÊ TEVGERA ME KONGRE BICIVANDA'
Li ser nîqaşên civandina kongreya PKK'ê ku di medyayê de dewam dike de Hozat wiha axivî:
"Me nêzîkatiya xwe ya di vî warî de bi awayekî zelal nîşan dan. Deklarasyona hevpar a ji aliyê Rêberê me ve hat erêkirin, aşkera kirin. Diviyabû li ser 10 xalan muzakere bihatina kirin li Îmraliyê. Pêwîstbû di bin çavdêriya Heyeta Çavdêriyê de muzakereyê fermî destpê bikira. Li ser muzakereyên li ser 10 xalan lihevkirin çêbû û diviyabû bianîna rojeva Meclîsê. Diviyabû Komîsyona Heqîqet û Rûbirûbûnê ya nîvî ji parlamenteran nîvî jî ji heyeta çavdêriyê bihata avakirin, Rêberê me jî bi vê komîsyonê re biaxiviya. Lê belê dewletê ev bicih neanî.
Rojeveke me ya ji bo civandina kongreyê niha nîne. Ji ber ku ev pêvajo nemeşiya û ti gav nehat avêtin. Muzakere li aliyekî, pêvajoya diyalogê jî ji holê hat rakirin. Ev meheke hevdîtin bi Rêberê me re nabe, heyet nikare biçe cem Rêberê me. PKK wê li gorî gavên dewletê kongre bicivanda. Me kongre ji rojeva xwe derxist. Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, PKK kongreyeke bi vî rengî nacivîne. Heta ku nasnameya Kurd neyê naskirin, li ser vê bingehê destûra bingehîn neyê guhertin û statuya Kurdan neyê qebûlkirin, kongreyeke bi vî rengî ti carî nacive. Pêwîste Rêberê me weke aliyekî bi awayekî fermî were qebûlkirin."