Li Bismilê 11 kes hatin binçavkirin

Li Bismilê, mala Hevşaredara Bismilê Cemîl Emînoglû jî di nav de leşkeran avêtin ser gelek malan û 11 kes kirin binçavan.

Li Bismilê, mala Hevşaredara Bismilê Cemîl Emînoglû jî di nav de leşkeran avêtin ser gelek malan û 11 kes kirin binçavan.

Li navçeya amed Bismilê, leşkerên ser bi Fermandariya Jendermeyan a Bismilê, tevî mala Hevşaredara Bismilê Cemîl Emînoglû avêtin ser gelek malên li navenda navçeyê. Di dema serdegirtinan de Hevşaredar Emînoglû ne li malê bû û hat ragihandin ku leşkeran deriyê malê şikandine, ketine hundir, lê gerîn kirine û dest danîne ser komputereke li malê. Nehat zanîn ku serdegirtin bi kîjan hincetan hatiye kirin. Li gorî agahiyan, heta niha 11 kes hatine binçavkirin û guman hene hejmara binçavkiriyan zêde bibe.

Navê welatiyên hatin binçavkirin û leşkeran ew birin Fermandariye Jendermeyan a Bismilê wiha ye: Çekdar Kilinç, Şehmûs Demîr, Mahsûn Erkek, Eşref Alsaç, Azîz Îlham, Hasan Kilinç, Mahsûn Aktar, Metîn Çelîk, Mehmet Ayaz, Yûsûf Kilinç, Akîf Onûr.