Sekna gelê Agirî ya li dijî operasyonê dewam dike
Li navçeya Agirî Tutaxê, sekna gelê ku ji ber operasyona leşkerî ya artêşa Tirk weke mertalê zindî çû herêma operasyonê, dewam dike.
Li navçeya Agirî Tutaxê, sekna gelê ku ji ber operasyona leşkerî ya artêşa Tirk weke mertalê zindî çû herêma operasyonê, dewam dike.
Piştî bi dawîbûna operasyona li bejahiya Reşa Sebrî ya 30 km dûrî navçeya Erzîrom Qereyaziyê, li bejahiya gundê Qertavin ê navçeya Agirî Tutaxê leşkerên Tirk derketin operasyonê. Gelê herêmê yê bi vê veguhastina leşkerî ya ber bi sêgoşeya Qereyazî, Patnos û Tutaxê hesiya, berê xwe da herêmê û weke mertalên zindî li herêmê disekine. Leşkerên derketin operasyonê tê gotin ku vekişin.
Mertalên zindî der barê mijarê da xuyaniyek dan û anîn ziman ku leşkeran beriya hefteyekê amadekariya operasyonê kirine û piştî bihîst operasyonê destpê kiriye ew weke mertalên zindî çûne cihê operasyonê û li ser vê yekê leşkeran xwe ji herêmê vekişandine.
Mertalên zindî dan xuyakirin ku ew ê heta danê êvarê li herêmê bisekinin û eger tevgereke leşkerî nebîne, ew ê dawî li çalakiyê bînin.