Nivîskarên Başûrî 'destûra bingehîn a demokratîk' dixwazin
Der barê pêvajoya destûra bingehîn a nîqaşên wê li Başûrê Kurdistanê dewam dikin de nivîskaran gotin, "Divê hemû cihêrengiyên civakê di nava xwe vehewîne" û destnîşan kir ku pêwîste destûra bingehîn demokratîk be, cih bide daxwazên gel.
HALÎT ERMÎŞ / ANF
SILÊMANIYE
sêşem, 5 gulanê 2015, 12:00
Der barê pêvajoya destûra bingehîn a nîqaşên wê li Başûrê Kurdistanê dewam dikin de nivîskaran gotin, "Divê hemû cihêrengiyên civakê di nava xwe vehewîne" û destnîşan kir ku pêwîste destûra bingehîn demokratîk be, cih bide daxwazên gel.
SERÇINARÎ: DIVÊ NE LI SER BINGEHA ZEXTÊ BE
Nivîskar Kadir Serçinarî anî ziman ku piştî Raperîna 1991'ê li Başûrê Kurdistanê partiyên siyasî yên cuda ava bûne û bi rêya van partiyan êdî nêrînên cuda jî li parlamentê xwe nîşan didin û got, "Pêwîstiya Başûrê Kurdistanê êdî bi destûreke bingehîn a van cihêrengiyan di nava xwe de vehewîne, heye. Destûra Bingehîn li her cihî li gorî pêwîstiyên civakê tên amadekirin. Başûrê Kurdistanê civakeke ji gelek ziman, etnîk, çand û baweriyan e. Ev hemû cihêrengî divê karibin bi hev re di nava biratiyê de bijîn. Eger ne bi vî rengî be û li ser bingeha zexta têkoşîna siyasî be, wê demê demokrasî bi pêş nakeve. Encam wê çek be. Jİ bo ev nebe, destûra bingehîn a were amadekirin divê hemû cihêrengiyan di nava xwe de vehewîne."
MÎNAKA ROJAVA
Serçinarî xwest destûrên bingehîn ên li cîhanê werin lêkolînkirin û destnîşan kir ku destûra bingehîn a demokratîk jî hemû beşên civakê, jin, ciwanan bigire nava xwe. Serçinarî axaftina xwe wiha dewam kir: "Ev nêrîn wê xwe birêxistin bike û li parlamentê îfadeya xwe bibîne. Li Rojava civak xwedî çanda demokratîk e û rêxistinbûyîn û têkiliyên xwe li dora vê çanda demokratîk dihûne. Lê belê li herêma me serdestiya partiyan heye. Hemû biryar li ser bingeha berjewendiyên partiyan tên dayîn. Dema rewş bi vî rengî be hingî daxwaz û nêrînên gel li parlamentê xuya nabin. Halbûkî divê der barê vê destûra bingehîn de li gotin û daxwazên beşênc ivakê, rewşenbîr, nivîskar û hunermendan were guhdarîkirin."
ARÎF: PÊWÎSTE NÊRÎNA HER KESÎ WERE GIRTIN
Nivîskar Ahmed Arîf jî got, "Demokratîkbûyîna destûra bingehîn ji bo hemû gelan gelekî girîng e" û ev xal destnîşan kir: "Destûra bingehîn a welatekî bandorê li tevahiya jiyana civaka wî welatî dike. Lê mixabin heta niha li Kurdistanê civak di mijara destûra bingehîn û mafên destûra bingehînî de zêde zana nîne, ku vê daxwazê bike. Li welatên mîna ya me sîstemên parlamenter ên demokratîk, eger di çarçoveya destûra bingehîn a demokratîk de pêk were wê sîstema siyasî û civakî baştir rêxistinbûyî bibe. Lê belê dema bihurî bi dersên xerab dagirtî ye. Pêwîste ev yek ji holê bê rakirin."
'DESTÛRA BINGEHÎN A HEYÎ NE DEMOKRATÎK E'
Arîf diyar kir ku ew pêşnûmeya destûra bingehîn a di meriyetê de ye demokratîk nabîne û anî ziman ku ji bo destûra bingehîn a nû jî divê civak were agahdarkirin û zanekirin. Arîf got, "Hikûmet, partiyên li parlamentê cih digirin û siyasetmedar pêwîste di vê mijarê de gel zane bikin. Di mijara sîstema demokratîk û destûra bingehîn de gel perwerde bikin. Di vir de kêmasiya rewşenbîr û nivîskaran jî heye. Heta ku ev nebe ne bawerim ku destûra bingehîn a nû bi hêsanî demokratîk be.
Komîsyona amadekar a destûra bingehîn divê li nêrîn û daxwazên hemû derdoran guhdarî bike. Li hemû rêxistinên civakî yên sivîl, karker, kedkar, rewşenbîr, rojnamevan, komên pîşeyî, jin û ciwanan guhdarî bike û hewl bide destûreke bingehîn a demokratîk ji parlamentê derxîne."
ELÎ: GIRÎNG E DÛRÎ ZOR Û ŞÎDETÊ BE
Nivîskar Bendî Elî jî got, "Destûra bingehîn ji bo hemû beşên civakê gelekî girîng û jiyanî ye, ji ber ku erk û berpirsyariya her kesên rêveber, bi destûra bingehîn tê destnîşankirin, tê bi sînorkirin."
Elî di dewama axaftina xwe de got, "Divê destûra bingehîn li gorî pîvanên demokratrîk be, dûrî zor û şîdetê be. Destûreke bingehîn a mafê hemû cihêrengiyên civakê diparêze be. Ji ber ku li Kurdistanê mirovên ji baweriyên cuda yên weke Îslam, Xiristiyan, Kakî, Êzidî hene. Lewma divê ev cihêrengî bi awayekî wekhev werin nirxandin. Pêwîste destûra bingehîn tenê baweriyekê esas negire. Divê ji hemû cihêrengiyan re mafên wekhev nas bike."
'DIVÊ NE SÎSTEMEKE KU HER TIŞT BI SEROK VE GIRÊDAYÎ BE'
Elî anî ziman ku girîng e destûra bingehîn mafên mirovan ên gerdûnî esas bigire û sîstemeke parlamenter a demokratîk destnîşan bike. Elî got, "Sîstemeke ku her tişt bi serok ve girêdayî, sîstemeke ku serok di ser parlamentê re ye, divê ti carî nebe."