Êzidiyên li Moskowê komkujiya DAIŞ’ê protesto kirin

Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li nêzî Mûsilê ya li dijî Êzidiyan, li Moskowê hat protestokirin.

Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li nêzî Mûsilê ya li dijî Êzidiyan, li Moskowê hat protestokirin. Seroka Mezopotamya Refîke Kamîl, ji bo rizgarkirina Êzidiyên dîl hatine girtin, bang li hemû saziyên navneteweyî kir û got ku ew dixwazin wek heyetekê biçin Şengalê. Serokê Rêxistina Êzidiyên Moskowê Mîşa jî got: “Yên ku ji bo Êzidiyan têdikoşin û xwedî li wan derkevin, PKK ye. Êzidiyan jî dest bi rêxistina xwe kirine.”

Saziyên Êzidî-Kurd ên Moskowê, têkildarî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya 200 Êzidî hatin qetilkirin, daxuyaniyek dan. Daxuyanî li ber Mala Kurdan hat dayîn û gelek nûnerên rêxistinên civakî beşdar bûn.

BANGA YEKÎTIYÊ

Li ser navê komê Seroka Mezopotamyayê Refîke Kamîl axivî û ji bo rizgarkirina Êzidiyên dîl hatine girtin bang li saziyên navneteweyî kir û got: “Ev 10 meh e Êzidî di bin zextên mezin de têdikoşin. Bi êrîşên DAIŞ’ê re, yên ku alîkarî dan Êzidiyan hebûn. Divê Kurdê her çar parçeyên Kurdistanê û Rûsyayê xwedî li Êzidiyan derkevin. Hîna di destê DAIŞ’ê de gelek Êzidî hene. Ji bo ew neyên qetilkirin vê saziyên navneteweyî bikevin dewrê. Em ji ber Kurd û xwedî baweriya Êzdiyatiyê ne, tên kuştin. Ji bo ev neyên jiyîn divê Kurd demildest bibin yek. Divê em xwedî li nirxên Kurdistanê derkevin.

Rêxistinên Êzidî yên Rûsyayê dixwazin biçin Çiyayê Şengalê û geşedanên li wir bişopînin. Rewşa Êzidiyan ev 10 meh e ji aliyê cîhanê ve tê zanîn. Gelê Kurd tiştê ji destê wan hat kir. Xwedî li Êzidiyan derketin. Mala xwe ji wan re vekirin. Dîsa HPG, YPJA-STAR, YPG, YPJ û YBŞ’ê têkoşînek mezin dan. Hemû saziyên Kurd hesasiyetê nîşan didin û li dijî DAIŞ’ê têdikoşin.”

Serokê Rêxistina Êzidiyên Moskowê Andoyê Mişa jî got ku Êzidî ne tenê û êdî xwe rêxistin kirine û wiha got: “Di rojên buhrî de nêzî 200 Êzidiyên di destê DAIŞ’ê de hatin qetilkirin. Ger pêşiya vê neyê girtin wê dîlên din jî bên qetilkirin.  Divê xwîna Êzidiyan nekin qurbanê berjewendiyên siyasî.”

...