Îdîayên Helebê ji aliyê malbatê ve hatin derewandin

Li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê, îdîayên ku hêzên asayîşê îşkence li jinekê kiriye, ji aliyê bavê wê ve hatin derewandin.

Bavê jina ku hate îdîakirin hêzên Asayîşa Taxa Şêxmeqsûd a Helebê li wê xistiye, Ehmed Ismeh, diyar kir ku îdîayên hin saziyên çapemeniyê ji rastiyê dûr in û got :“Hêzên YPG û Asayîşê koçber jî di nava de parastina hemû pêkhateyên taxê dikin.”

Çend roj berê li ser saziyên çapemeniyê hatibû îdîakirin ku hêzên Asayîşa Taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku piraniya şêniyên wê Kurd in, li jineke koçber xistine. Her wiha hewl hatibû dayîn ku di nava gel de jî li hemberî hêzên YPG û Asayîşê dijberiyekê derxînin.

Dîsa hinek saziyên çapemeniyê îdîa kiribûn ku gelek komên çekdar li dijî YPG’ê bûne yek.

Li ser van îdîayan bavê jina ku weke sedema van gotegotan tê nîşandan, Ehmed Ismeh  îdîa derewandin.

Ismeh, da zanîn ku ew di xeta eniya pêş a Taxa Şêxmeqsûd de dijîn,  lewre hinek caran nakokî derdikevin, lê ew jî hatine çareserkirin û bûyera wiha vegot: “Ji ber ku em di xeta pêş de dijîn, li ser bûyera ku pêk hatiye nakokiyeke biçûk di navbera malbata min û Asayîşa Jinan de çêbû. Wekî hemû pirsgirêkan tavilê hate çareserkirin. Li Taxa Şêxmeqsûd Kurd, Ereb, Suryan û Tirkman weke malbatekê dijîn. Hêzên YPG/YPJ’ê û Asayîşê li taxê parastina hemû pêkhateyan dikin. Ji bo parastina pêkhateyan mafê wan heye, lêpirsîn bikin û kontrol bikin. Careke din ez dubare dikim û dibêjim, hêzên Asayîşê yên Taxa Şêxmesûd bi hezar koçberên taxên din ên Helebê ku li Şêxmeqsûd bi cih bûne jî di nav de hemû pêkhateyên taxê diparêzin.ˮ

ÇI ÇÊBIBÛ?

Çend roj beriya niha hin saziyên çapemeniyê îdîa kiribûn ku hêzên Asayîşê li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê jineke koçber girtine û îşkence li wê kiriye. Li ser van îdîayan Hêzên Asayîşa Helebê der barê bûyerê de daxuyaniyek dabû û îdîayên hatin kirin derewandin û got ku îdîa bi armanca derxistina tevlîheviya di navbera pêkhateyan de hatine gotin.

Rûspiyên taxa Şêxmeqsûd jî îdîayên hatin kirin şermezar kiribûn û gotibûn ku îdîa bi bi armanca derxistina tevlîheviya di navbera pêkhateyên taxê de hatine derxistin.