KURDISTAN
Meclisa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekî bernama 12’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxê eşkere kirin. Wê 10 rojan li Sûka Serî ya Şengalê çalakiyên bîranînan bên lidarxistin.
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Hemû Nûçe
-
Li Başûrê Kurdistan gel ji bo Ferînaz li qadan e
Li Başûrê Kurdistanê ji bo Ferînaz Xosrawanî ya li Mahabadê ji bo ji hewldana tecawizê ya îstixbaratvanên Îranê xwe xelas bike, ji qata 4’an xwe avêt û xwedîderketina li helwesta gelê Mahabadê ya li hember rejîma Îrane gel li ser piyan bû.
-
-
Şervana YPJ’ê Acar spartin axê
Şervana YPJ'ê Lalîhan Acar (Evîndar Botan) a di encama pevçûnên çeteyên DAIŞ'ê de li Rojava jiyana xwe ji dest da ji aliyê hezaran kesî ve li gundê Germavê (Ilicak) a navçeya Elkê bi tilîlîyan spartin axê.
-
-
-
-
-
Li Amedê operasyona berfireh
Operasyona ku artêşa Tirk 7’ê Gulanê li bejahiya Farqînê da destpêkirin didome, bombardûman û keşf jî dewam dikin.
-
-
-
Kongreya PYD’ê ya Kantona Cizîrê bi dawî bû
Kongreya Yekemîn a PYD’ê ya Kantona Cizîrê ku duh destpê kiribû, bi dawî bû. Di kongreyê de rêxistina partiyê li gorî sîstema kantonan hate birêxistinkirin û meclîsa kantonê hate avakirin. Her wiha rêzikname hate qebûlkirin.
-
-
-
KODAR: Divê hemû Kurdistan rabe serhildanê
Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) bi daxuyaniyekê Îran ji ber bi tundî êrîşî çalakvanên Mahabadê kir, hişyar kir û diyar kir ku wê ev êrîş bê bersiv nemînin. KODAR’ê got: “Divê gelê me bizane xwîna Ferînaz li erdê namîne.”
-
-
-
-
-
-
Li Silêmaniyê ji bo Ferînaz çalakî
Li bajarê Başûrê Kurdistanê Silêmaniyê, bi armanca xwedîderkitina li Ferînaz Xosrawanî û piştgiriya ji serhildana Mahabadê re çalakiyek hat lidarxistin.
-
Konsera Gel a li Rişmilê hat betalkirin
Konsera Gel a li navçeya Rişmilê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve hat organîzekirin, ji ber 8 şervanên YPG'ê yên li Rojava jiyana xwe ji dest dan, hat betalkirin.
-
KCK: Polîtîkayên îdamê wê li xwediyê xwe vegerin
KCK'ê ji ber salvegera darvekirina çar şoreşgerên Kurd Şîrîn Elemhûlî, Alî Hayderyan, Ferzad Kemanger û Ferhad Wekîlî daxuyaniyek da û destnîşan kir ku polîtîkayên îdamê yên li dijî Kurdan wê zerarê bidin xwediyê xwe.
-
YPG: 5 gund hatin rizgarkirin
Li rojavayê kantona Cizîrê û rojhilatê kantona Kobanê, di encama operasyonên YPG/YPJ'ê yên ji bo tinekirina gefa çeteyên DAIŞ'ê de 5 gund û girek hatin rizgarkirin. Di van pevçûnan de yek jê serçete herî kêm 8 çete hatin kuştin.
-
Li qadên gerîla tevgera leşkerî
Tevgera hewayî ya artêşa Tirk a li herêmên gerîla dewam dike. Artêşa Tirk bi pêgerên hewayî yên bê mirov li qada Xakurkê û herêma Ferxan a Çewlikê keşif kir.
-
Ji artêşa Îranê li dijî herêmên gerîlayan operasyon
Artêşa Îranê, li herêma Soma ya girêdayî bajarê Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê operasyonek pêk anî. Hate hînbûn ku pastarên Îranê bi armanca pevçûnê ketine herêmên gerîlayan û gerîlayan jî du caran guleyên hişyariyê berdane.