Nasnameyên du gerîlayên li Şengalê jiyana xwe ji dest dan aşkera bû
Fermandariya HPG’ê ya Şengalê bi daxuyaniyekê ragihandin ku roja 7’ê Gulanê gerîlayên bi navê Bekir Aslan (Pîrdogan Egîd) û Mevlana Çîçek (Canfeda Çîçek) li Şengalê jiyana xwe ji dest dan.
ANF
ŞENGAL
şemî, 9 gulanê 2015, 17:58
Fermandariya HPG’ê ya Şengalê bi daxuyaniyekê ragihandin ku roja 7’ê gulanê gerîlayên bi navê Bekir Aslan (Pîrdogan Egîd) û Mevlana Çîçek (Canfeda Çîçek) li Şengalê jiyana xwe ji dest dan.
Fermandariya HPG’ê ya Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku roja 7’ê Gulanê gerîlayên bi navê Bekir Aslan (Pîrdogan Egîd) û Mevlana Çîçek (Canfeda Çîçek) li Şengalê jiyana xwe ji dest dan.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku roja 3yê tebaxa 2014 çeteyên DAIŞ’ê yên kujer li Başûrê Kurdistanê li hemberî bajarê pîroz ê Êzidiyan êrîşek pêk anî û komkujî pêk anîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama êrîşê de bi sedhezaran kes di encama hemleya gerîlayên azadiya Kurdistanê li hemberî van êrîşan ji komkujiyê hatin rizgarkirin. Di berdewama xwe de da zanîn ku li gel hemleya pêşxistina hêzên leşkerî, ji bo rizgarkirina vî bajarê pîroz hewlên mezin hene.
Fermandariya HPG’ê ya Şengalê da zanîn ku HPG alîgirê wê yekê ye ku têkoşîna li ser esasê fermandariya hevpar bê mezinkirin û got: “Bi fermandariya hevpar a ku wê gelek pêngavên hemleyî bi xwe re bîne, encamên xurt bi xwe re bîne. Lê di encama hemû hewldanên me yên ji bo avakirina fermandariya hevpar de fermandariya hevpar pêk nehatiye. Li hemberî vana hemûyan, me HPG’ê çalakî û encamên bi bandor pêk anî.
Di meha gulanê de çeteyên DAIŞ’ê gelek caran xwestiye êrîş bike û ev êrîş bi hemleyên gerîlayên me veguherîne çalakiyan û vala hatine derxistin. Li ser vê esasê gerîalyên me roja 7’ê gulanê, li hemberî 3 girên (Şehîd Erdal, Alîsorgê û Tunel) yên di destê DAIŞ’ê de bûn çalakiye êrîşê pêk anîne. Di encamê de dijmin girê Alîsorgê berdaye û reviyaye, li girên Şehîd Erdal û Tunelê jî pevçûnên dijwar qewimîne. Girê Tunel ket destê gerîlayên me û di encama çalakiyê de doçkayek hatiye desteserkirin û bi vê çekê bi awayeke xurt li çeteyan xistine. Piştî pevçûnên dijwar hêzên çeteyan hêzên teqwiye wergirtine û girê ku du hevalên me li ser bûn dorpêç kirine û pevçûnên dijwar rû dane. Du hevalên me yên bi navê Pîrdogan û Canfeda li vî girî di dema pevçûnan de bi lehengî şer kirine û çekên giran hatiye bikaranîn. Hevalên me bi ruhê Apocu çalakiya fedayî pêk anîne, derbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê dane û gihiştine şehadetê. Di dema herî dijar a pevçûnan de her du hevalên me yên ewladên Kurdan derbeyên giran li dijminan xistine û bi çalakiya xwe destan nivîsandine.”
Fermandariyê diyar kir ku gerîlayê bi nasnavê Canfeda Zîlan li Wanê ji dayik bûye û di nava malbateke welatparêz mezin bûye û got: “Heval Canfeda bi karekterê xwe yê berxwedêr bi awayeke çalak di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de cihê xwe girtiye.” HPGê diyar kir ku Canfenda sala 2012 tevlî nava refên gerîlayan bûye û got: “Piştî di şert û mercên dijwar ên Zagrosê de gerîlatî kiriye û got: “Heval Canfeda ji bo cihê xwe di nava hemleya ji bo rizgarkirina gelê me yê Şengalê ji destê çeteyên DAIŞ’ê tevlî berxwedana Şengalê bûye .”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gerîlayê HPG’ê Pîrdogan ê ku li Êlihê ji dayik bû, demek dirêj di nava xebatên gel ên Bakûrê Kurdistanê de cihê xwe girt, piştre sala 2009 tevl nava refên gerîlayan bûye. Fermandariya HPG’ê ya Şengalê bal kişand ser têkoşîn û hewldanên milîtanî yên gerîlayê HPG’ê Pîrdogan û diyar kir ku herî dawî ji bo rizgarkirina gelê Êzidî yê Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin, tevlî hemleya Şengalê bûye û bi ruheke fedayî tevgeriyaye û gihiştiye şehadetê.”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Heval Canfeda û Pîrdogan ên ku ji bo rizgarkiain Şengalê li ser şopa Gencoyan, Dilgeşan, Armancan, Goranan, Jiyandayan û hemû hevalên canê xwe feda kirine, bi biryardiyeke mezin li ser rêya van lehengan xwedî derketine û li ser esasê xeta Zîlanan bi çalakiya fedayî gihiştiye şehadetê û peywireke dîrokî dewrî me kirine. Em soz didin ku em ê vê wezîfeya xwe bi serkeftî bi cih bînin û şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin”.
Agahiyên nasnameya her du gerîlayên jiyana xwe ji dest dan wiha ne:
-Bekir Aslan bi nasnavê Pîrdogan Egîd, li Êlihê ji dayik bûye, roja 7’ê gulana 2015 li Şengalê jiyana xwe ji dest daye.
-Mevalana Çîçek, bi nasnavê Canfeda Zîlan, li Wanê ji dayik bûye, roja 7’ê gulana 2015 li Şengalê jiyana xwe ji dest daye.