Ji artêşa Îranê li dijî herêmên gerîlayan operasyon

Artêşa Îranê, li herêma Soma ya girêdayî bajarê Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê operasyonek pêk anî. Hate hînbûn ku pastarên Îranê bi armanca pevçûnê ketine herêmên gerîlayan û gerîlayan jî du caran guleyên hişyariyê berdane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî da û da zanîn ku 7’ê Gulanê saet 14.00’an artêşa Îranê li herêma Soma ya girêdayî Urmiyê operasyonek pêk aniye. HPG'ê wiha got: “Pastarên Îranê bi armanca ku pevçûnan derxînin ketine herêmên gerîlayan. Sê caran bi ser hêzên me yên gerîlayan de hatine û xwestine pevçûnê derxînin. Hêzên me yên gerîlayan bi armanca parastinê du caran guleyên hişyariyê berdane. Di encama pevçûna ku ji neçarî hat jiyîn de pastarekî Îranê hat kuştin. Piştî nîvro saet 16.30’an operasyon bê encam vekişiyaye.”