KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Cizîr û Kobanê gelek çete hatin kuştin
Li kantonên Kobanê û Cizîrê di operasyonên YPG/YPJ'ê yên ji bo ji holê rakirina gefa çeteyên DAIŞ'ê û paqijkirina derdorê tên meşandin de, gelek çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û hejmarek ji gundên herêmê hatin azadkirin. -
Artêşa Tirk herêmên gerîlayan bombebaran kir
Artêşa Tirk herêmên gerîlayan bi obus, hewan, tank û topan bombebaran kirin û her wiha xebatên keşfê jî didomin. -
Li Amedê di operasyona 'YDG-H' de 11 kes hatin girtin
Li Amedê ji 12 kesên di çarçoveya lêpirsîna li hemberî endamên YDG-H de hatin binçavkirin 11 kes hatin girtin. -
Emniyet: polîs bi şaşî çûye mala Demîrtaş
Li Amedê kesekî ku îxbara sotemaniya qeçax bihîst, li “155 Polîs Îmdat” geriya, ji bo adres bi hêsanî bê dîtin terîfa, ‘Daireya li qata ku xaniyê Demîrtaş lê heye” da. -
Serdegirtinên malan ên li Qereyaziyê hatin şermezarkirin.
Li navçeya Qereyaziyê, serdegirtinên malan ên danê vê sibehê ji aliyê polîsan ve hat kirin, bi çalakiyê hatin şermezarkirin. -
Li Helebê gel ji bo ‘biratiyê’ meşiyan
Bi armanca bersivdayîn û şermezarkirina propogandayên reşkirinê, hemû pêkhateyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê, bi diruşmeya ‘Biratiya Gelan’ meşiyan. -
NCDK’ê li Saarbrucken meclîsa xwe ya nû hilbijart
NCDK li bajarê Saarbrucken a Elmanyayê duyemîn kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de hat xwestin ku ji bo HDP di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de bendê derbas bike, divê her kes xebatê bimeşîne. -
Şervanê YPG’ê Osman jiyana xwe ji dest da
Şervanê YPG'ê Muhammed Mehmûd Osman (Botan) ê roja Şemiyê li Kobanê birîndar bibû û anîbûn Rihayê jiyana xwe ji dest da. -
Rejîma Îranê li Bonnê hat şermezarkirin
Ciwanên Kurd li bajarê Elmanya Bonnê Ferînaz Xosrewanî bibîr anîn û rejîma Îranê ya ji mirina wê bepirsyar e şermerzar kirin. -
Dîmenên gundên Til Eşra û Ezzam ên hatin azadkirin
Operasyona hêzên YPG/YPJ'ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên di navbera Hesekê û Til Temirê de ne, dewam dike. -
Rejîma Îranê li Munsterê hat lanetkirin
Li Munsterê bi qasî 300 kesên ji bo Ferînaz Xosrewanî civiyan, rejîma Îranê protesto kirin. -
Kalkan: AKP'ê pêvajoyeke nû ya êrîşê da destpêkirin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan li ser civîna Komîteya Rêveber a PKK'ê ya di vê pêvajoya krîtîk de hat lidarxistin daxuyaniyên girîng da. -
Li Qereyaziyê polîsan avêtin ser malan
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Qereyaziyê polîsên Tirk di hem wextê de avêtin ser malan. -
Dadgeriya Swêdê: Rîsk heye li Tirkiyeyê îşkence lê were kirin
Dadgeha Bilind a Swêdê, daxwaza desthilatdariya AKP'ê ya ji bo radestkirina penaberê Kurd Mehmet Tûrgay, bi sedema ku li Tirkiykeyê zext heye û dibe ku li îşkenceyê rast were, red kir. -
Li Şemzînanê tevgera leşkerî ya artêşa Tirk zêde dibe
Gerîlayên HPG'ê bi hesasiyeteke mezin nêzî pîvanên agirbestê dibin. Lê belê artêşa Tirk bi bi provokasyonên weke mewziyên nû, qereqol û bendavan re hewl dide pêvajoyê têk bibe. -
Li Amedê tacîza li xwendekaran hat protestokirin
Jinên ciwan ên xwendekarên zanîngeha Dîcleyê ya Amedê dema diçûn wargehên girêdayên KYK’ê, rastî tacîza fîzîkî û gotinan a kesekî hatin. Bi sedan xwendekarî tacîz bi meşekê protesto kirin. -
NCDK a Avesta hat vekirin
Li bajarê Avesta yê Herêma Dalarna ya Swêdê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hat vekirin. -
Li Şengalê 'Bexçeyê Rêbertî'
Li Başûrê Kurdistanê bajarê Şengalê 'Bexçeyê Rêbertî' hat çêkirin. Bexçeyê ku ji aliyê HPG, YJA Star, YBŞ û civata Êzidî ya li Şengalê ve hat çêkirin, jiyaneke nû temsîl dike. -
'Em ê destûr nedin talana xwezayê'
Meclîsa Ekolojî ya Amedê û Tevgera Ekolojî ya Mezopotamya li ber Defterdaliyê ya li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê têkildarî Baregeha Gerînendetiya Herêma 9'emîn a Karayollari daxuyanî çapemeniyê. -
YPG’ê nasnameya 7 şervanan aşkera kir
Navenda Ragihandina YPG’ê nasnameya 7 şervanên YPG’ê yên di berxwedana gundê Alya û Til Boxa yên Serêkaniyê û gundê Eşra yê Hesekê de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir. -
Hozan Mizgîn û gerîlayê PKK'ê Dogan hatin bîranîn
Fermandara ARGK’ê Hozan Gurbet Aydin (Hozan Mizgîn) hat bîranîn. Xwişka Aydin Şukran Akiş, got: "Şehîd şehîda me hemûyan e. Ez li hember tevayî şehîdan bi rêz bejna xwe ditewînim. Em soza bilindkirina têkoşîna wan didin.” -
'Pêwîst e her kes li hember çeteyên hov ên DAIŞ’ê tevlî şer bibe' -BI DÎMEN-
Aras Sine yê tevlî YPG'ê bû, li dijî çeteyên dijminê mirovatiyê DAIŞ’ê bang li Kurdan û bi taybet li ciwanan kir. -
PDK'ê siyasetmedara Kurd Ballî kir binçavan
Siyasetmedara Kurd Nahîle Ballî, li Zaxoyê ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hat binçavkirin. -
Ciwanên Daquq xwedî li Ferînaz derketin - BI DÎMEN -
Li bajarokê Daquqê ya girêdayî Kerkuk Ciwanên Welatparêz bi daxuyaniyeke çapemeniyê têkildarî hewldana tecawizê ya li hember jina Kurd Ferînaz Xosrawanî rejîma Îranê şermezar û lanet kirin -
'Heta ev gel hebe wê têkoşîna wî dewam bike'
Cenazeyê şervanê YPG'ê Gokhan Yalçin (Serxwebûn Amed) bi merasîmeke bi beşdariya bi hezaran kesî ber bi rêwîtiya bê dawî ve hat oxirkirin.