NCDK a Avesta hat vekirin
Li bajarê Avesta yê Herêma Dalarna ya Swêdê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hat vekirin.
Li bajarê Avesta yê Herêma Dalarna ya Swêdê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hat vekirin.

Li bajarê Avesta yê Herêma Dalarna ya Swêdê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hat vekirin.
Merasîma vekirinê ji aliyê Şaredarê ji partiya Karker a Sosyal Demokrat Lars Îsacsson û xwendekarê Kurdistanî yê dibistana seretayî Elî ve hat vekirin. Tevî Kurdistaniyên li Avesta dijîn, hin ji rêveberên Navendên Civaka Demokratîk a Kurd ên bajarên Borlange, Gavle û Soderhamnê beşdarî merasîmê bûn.
Şaredar Îsacsson di axaftina xwe ya li vir de ragihand ku Kurdên li Avesta dijîn yek ji komên koçber ên herî zêde entegreyî civakê bûye ye û got, "Salên dûr û dirêj e ku Kurd li bajarê me dijîn. Çûn dibistanan. Entegreyî civakê bûn. Berê li ser hejmara restorantên xwe diaxivîn. Niha li ser hejmara zarokên xwe yen diçin dibistana bilind û zanîngehê dipeyivin. Yanî rê nîşanî penaberan didin."
Tê gotin ku di bin sîwana Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a nû hatiye avakirin wê bi hevkariya Komeleya Heyva Kesk (NBV) re qursên zimanê Kurdî, muzîk, çêkirina xwarinê û folklorê were dayîn.
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Swêdê Velî Tosûn jî di axaftina xwe ya li merasîmê de bal kişand ser girîngiya piştevaniya Şoreşa Rojava û raperîna li Mahabadê.
Tosûn her wiha ragihand ku hilbijartinên giştî yên di meha Hezîranê de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tên lidarxistin ji bo pêvajoya aştiyê û pêşeroja Kurdan gelekî girîng in û bang li hemû Kurdistaniyan kir ku di 31'ê Gulanê de li Swêdê dengê xwe ji bo HDP'ê bikar bînin.
Li dû axaftinan xwarina hatibû amadekirin li beşdaran hat belavkirin û dûre li ber muzîka Kurdî govend hat gerandin.