Kalkan: AKP'ê pêvajoyeke nû ya êrîşê da destpêkirin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan li ser civîna Komîteya Rêveber a PKK'ê ya di vê pêvajoya krîtîk de hat lidarxistin daxuyaniyên girîng da.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan li ser civîna Komîteya Rêveber a PKK'ê ya di vê pêvajoya krîtîk de hat lidarxistin daxuyaniyên girîng da.

Kalkan di bernamya Polîtîk Alan a MED NÛÇE de bersiv da pirsên rojnamevan Ersîn Çelîk. Kalkan diyar kir ku di 5-6-7'ê Gulanê de Komîteya Rêveber a PKK'ê civiya ye nîqaşên demên dawî, rewşa heyî ya pêvajoyê û hilbijartinên giştî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatine nirxandin.

'DESTPÊKA PÊVAJOYEKE NÛ'

Kalkan anî ziman ku wan xebatên leşkerî yên AKP, ku bi sûdwergirtina ji pêvajoya hilbijartinê re dimeşîne nirxandine û destnîşan kir ku bi helwesta Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan a li dijî pêvajoyê ya piştî Newrozê xwe da der re, li hemberî gelê Kurd û tevgera azadiyê êrîşan destpê kirine.

Kalkan da zanîn ku ew vê helwestê weke helwesteke nû ya desthilatdarî û dewletê dinirxînin û got, "Em dibêjin ev yek destpêka pêvajoyeke nû ye. Ji pêvajoya nû mebesta me ev e: Di 30'ê Cotmeha 2014'an de di civîna Desteya Ewlekariyê Millî de biryar hatibû stendin, bi awayekî zelal anîn ziman. Biryara şer girtin û gotin 'em ê bieciqînin'. Diyar kirin ku ew ê ji nû ve li ser bingeha konsepta êrîşa topyekûn nêzîk bibin. Hat ragihandin ku di civîna dawî ya MGK'ê de Pirtûka Sor ji nû ve hatiye nivîsandin. Em gihîştin vê encamê: Di guhertina li Pirtûka Sor de em jî xistine nava rêxistinbûyîna paralel û pêvajoyeke nû ya êrîşê dane destpêkirin."

Kalkan da xuyakirin ku ew êrîşên Tayyîp Erdogan li ser vê bingehê dinirxînin û destnîşan kri ku ev êrîş di pêvajoya hilbijartinê û piştî hilbijartinê de wê zêde bibin. Kalkan got, "Ji xwe ji Newrozê û vir ve em bi êrîşeke propaganda, şerekî psîkolojîk re rû bi rû ne, li hemberî tevgera me, li hemberî siyaseta demokratîk, li hemberî gelên me daxuyaniyên di asta heqaretê de hene. Ji xayîntiyê destpê dikin û çi tê ber devê wan, ji me re dibêjin. Ne tenê ev; terora polîsan jî heye. 40-50 buroyên HDP'ê li êrîşê rast hatin, hatin bombekirin û xebatên wan hatin astengkirin. Destûr ji HDP'ê re nayê dayîn ku mîtîngê bike. Binçavkirî hene. Xuyaye mîna sala 2009'an operasyonên qirkirina siyasî ji nû ve destpê kiriye."

Kalkan diyar kir ku operasyonên leşkerî yên ji aliyê Serokatiya Fermandariya Giştî bi xwe ve tê plankirin û meşandin hene û anî ziman ku ew van hemûyan weke xebateke ji bo serketina AKP'ê di hilbijartinan de dinirxînin. 

Kalkan got, "AKP bi tevgera leşkerî û polîsan, bi gef û zextan hewl dide dengan werbigire. Astengkirina mîtîngên HDP'ê, êrîşa li hemberî buroyên HDP'ê tên vê wateyê. Bi tevgera leşkerî re jî hewl de gefê li civaka Kurd bixwin, bi zextê nehêlin dengê xwe bidin HDP'ê û çavê gel bitirsîne" û destnîşan kir ku AKP bi bikaranîna artêş û polîsan re dixwaze di 7'ê Hezîranê de dengan werbigire.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan ragihand ku divê raya giştî û her kes baş bizanibe ku bi vî rengî pêşbirkeke demokratî nepêkane, hilbijartineke demokratî nabe. Kalkan destnîşan kir ku ev rewş ne hewldaneke bi tenê ji bo hilbijatinê ye, destpêkirina êrîşeke nû ye û ev xal destnîşan kir:

"Ev yek destpêkirina konsepta şerekî topyekûn e. Bi fermana Tayyîp Erdogan re, bi biryara dewletê re pêvajoya çareseriyê hat sekinandin. Pêvajoyeke nû ya êrîşê hat destpêkirin. Gelê Kurd, tevgera azadiyê ya Kurdistanê û demokrasiya Tirkieyê bi êrîşeke nû ya dewletê ya bi destê AKP'ê tê kirin re rû bi rû ne. Li gorî pêşdîtinên me ev yek wê piştî hilbijartinê zêdetir bibe. Pêvajoya berê nemaye. Heyeta HDP'ê jî got, 'Mase hebû, lê vala bû'. Di vê rewşê de êdî mirov nikare behsa hebûna pêvajoya çareseriyê bikin. Tiştên ku AKP car carna ji bo pêvajoya hilbijartinê bilêv dike, ne rast in."

'AKP'Ê Û ARTÊŞA TIRK AGIRBEST JI HOLÊ RAKIRIN'

Kalkan anî ziman ku AKP û artêşa Tirk bi êrîşên artêş û polîsan û bi tevgera leşkerî re agirbest ji holê rakirine û got, "Agirbesta ku me heman piştî Newroza 2013'an îlan kir, ji aliyê AKP, Fermandariya Giştî ya Tirk ve di pratîkê de ji holê hatiye rakirin. Girîng e raya giştî vê bizanibe, eger îro pevçûn naqewime ev yek ji ber helwesta gerîla, ji ber dilsoziya gerîla ye. Ji ber ku rêveberiya me naxwaze şer bike ye. Ne AKP, PKK pêşî li pevçûnan digire. AKP'ê ji mêj ve dawî li agirbestê aniye, lê bi helwesta tevgera me û gerîla ya li gorî helwesta Rêber Apo, pevçûn naqewimin. Lê ev her tim bi vî rengî nameşe, ne diyare sibe wê çi biqewime."

Kalkan diyar kir ku AKP'ê agirbest qedandiye, lewma divê li hemberî AKP'ê helwest were nîşandan û bang li civaka Tirkiyeyê û hêzên demokratîk kir ku xwedî li agirbestê derkevin.

Kalkan got, "Yanî divê li hemberî AKP'ê, li hemberî terora polîsên AKP'ê û operasyonên leşkerî bisekinin. Di vê mijarê de eger her kes bi berpirsyarî rabe û di nava yekîtiyê de tevbigere, wê demê pêvajo dikare dewam bike, êrîşên AKP'ê jî dikarin werin sekinandin. Lê eger ev nebe, bi helwesta raya giştî pêşî li AKP'ê neyê girtin, divê her kes zanibe ku wê pêvajoyeke nû ya pevçûnan destpê bike. Di rewşeke bi vî rengî de eger pevçûn destpê bike bila kesek nebêje 'PKK'ê ev da destpêkirin', 'PKK vê dike'. Em hişyariyê didin, agahiyan didin, hişyariyê didin raya giştî: Divê xwedî li pêvajoyê were derketin! Yên xwedî lê derkevin dikarin sibe rabin bêjim 'çima bi vî rengî bû?'. Lê belê yên îro xwedî lê dernekevin, nikarin sibe tiştekî bêjin. Mafê wan wê nebe, tiştekî bêje jî wê wateya xwe nebe."

'JI BO RIZGARIYA JI AKP'Ê DIVÊ HDP WERE DESTEKKIRIN'

Kalkan da xuyakirin ku di vê mijarê de ew gihaştine helwesteke zelal û destnîşan kir ku yên dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe, pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bibin, pêwîste di hilbijartinan de helwesteke ji bo qelskirina AKP'ê nîşan bidin. Kalkan anî ziman ku tê gotin ku HDP dikare pêşî li AKP'ê bigire û ew jî di heman baweriyê de ne.

Kalkan got, "HDP'ê blokeke girîng derxist holê. Pêşketinan diafirîne. Demokratên hevgirtî, dijberên AKP'ê, yên dibêjin li Tirkiyeyê bila bi hilbijartinê re guhertin çêbibe, bila demokrasî were, divê ji bo rizgariya ji AKP'ê, destekê bidin HDP'ê."