Li Helebê gel ji bo ‘biratiyê’ meşiyan

Bi armanca bersivdayîn û şermezarkirina propogandayên reşkirinê, hemû pêkhateyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê, bi diruşmeya ‘Biratiya Gelan’ meşiyan.

Bi armanca bersivdayîn û şermezarkirina propogandayên reşkirinê, hemû pêkhateyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê, bi diruşmeya ‘Biratiya Gelan’ meşiyan.

Bi hezaran welatiyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku piraniya şêniyên wê Kurd in, li dijî gotgotên hin alî di navbera pêkhateyan de belav dikin bi dirûşmeya ‘Biratiya Gelan’ meşiyan. Meşvanên ku ji hemû pêkhateyên taxê Kurd, Ereb, Asûrî û Tirkmen saet di 12.00’an de li ber navenda tenduristiyê ya taxa Şêxmeqsûd kom bûn meşa xwe dan destpêkirin. Meşvanên ku alên hevbeş, hêzên asayîşê, YPG û TEV-DEM vekiribûn û pankartên bi nivîsên ‘Na ji tevlihevî û fitneyê re’, ‘Erê ji jiyana hevbeş re’, Asayîş, YPG û YPJ, navenda hevbeş parastina me dikin’ vekirin, her wiha bê navber dirûşme berzkirin.

Meşvanan bê navber dirûşmeyên ‘Yeke yeke gelê Sûriyê yeke, Asayîş û YPG parastina me dikin, ne ji tevlîhevî û fitneyê re, bijî biryatiya gelen, destên diurêjî Şêxmeqsûd bibin dê bêne şikandin, berxwedana Asayşê berxwedana me ye’ berzkirin û li qada Edamî ya taxê kom bûn. Li vir axaftin hatin kirin.

Li ser navê Melcîsa Hevbeş a taxê Merî Şibilî, li ser navê TEV-DEM’ê Mihemed Şêxo û li ser navê Saziyên Civaka Sivîl Sosin Bîrhat axivîn.

Di axaftinan de bal hate kişandin ser gotûgotên hin alî bi armanca derxistina tevlîheviyê di nava pêkhateyên taxê de têne kirin û hate gotin ku taxa Şêxmeqsûd taxa mirovahiyê ye û taxa biratiyê ye û bang li hemû pêkhateyan hate kirin ku li dijî dijminan yekîtiya xwe xurt bikin. Her wiha hate gotin ku şêniyên Şêxmeqsûd gelekî aştîxwaze û axaftinên vala ku têne kirin bawer nakin û planên dijberan tev vala derketin.

Welatiyan bi dirûşmeyan dawî li meşa xwe anîn.