'Em ê destûr nedin talana xwezayê'

Meclîsa Ekolojî ya Amedê û Tevgera Ekolojî ya Mezopotamya li ber Defterdaliyê ya li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê têkildarî Baregeha Gerînendetiya Herêma 9'emîn a Karayollari daxuyanî çapemeniyê.

Berdevkê Meclîsa Ekolojiyê yê Amedê Ferhat Demîrok diyar kir ku ew ji bo Gerînendetiya Herêma 9'emîn a Karayollari ya Amedê ji rantê û talana xwezayî re neyê vekirin têkoşînê bidin destpêkirin û li her derê dê kampanyaya îmzayan bidin destpêkirin.

Meclîsa Ekolojî ya Amedê û Tevgera Ekolojî ya Mezopotamya li ber Defterdaliyê ya li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê têkildarî Baregeha Gerînendetiya Herêma 9'emîn a Karayollari daxuyanî çapemeniyê. Di daxuyanî de bi pankarta "Bajar, xweza, nasnamey û rêyên bejayî xwe xwedî derkeve" hate vekirin û dirûşmeya "AKP destê xwe ji xweza ya me bikşîne" hat berzkirin. Daxuyanî ji aliyê Berdevkên Meclisên Ekolojiyê ya Amedê Ferhat Demîrok û Çîlem Akkaya ve bi Kurdî û Tirkî hate xwendin. Daxuyaniya Kurdî ji aliyê Ferhat Demîrok ve hate xwendin û diyar kir ku Baregeha Gerînendetiya Herêma 9'emîn a Karayollari ya ku li herêma herî qerebalixa ya navçeya Yenîşehîrê ya bajarê wan e û wiha got: "Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê dixwaze li 9'emîn Karayollari avahiyan çêbike. Di 01'ê îlona 2013'an ji bo vê yêkê xebat hatibûn destpêkirin. Tadilata plana nû ji aliyê Wezareta Bajarvanî û Hawîrdorê ve di 12 cotmehê 2013'an de jî hate erêkirin. Lijneya Herêmê ya Parasitina Berhemên Tabîat û Çandî ya ku bi îcazeta hin cihan dixebite çawa berê biryarên şaş girtin vê carê jî biryara şerh a li ser qada riyên bejayî rakir."

Demîrok anî ziman ku ji wan qada Gerînendetiya Herêma 9'emîn a Karayollari qada tekane ya ku li navçeya Yenîşehîrê wek koridora hewa maye û wiha axivi: "Bi çêkirina avahiyan ev koridora hewayî wê tine bibe. Diyar e ku bi pêkhatina vê projeyê, bi birîna derên deh salî dê komkujiya xwezayî derkeve hole. Di projeya hatiye amadekirin de di nîvê qada jî 28500 metrekareyê pêk tê de hatiye diyarkirin ku hin tesîsên bazirganiyê wê werin çêkirin."

Demîrok bilev kir ku Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê ji bo ku li baregeha karayollarî û stadyumê de avahî neyên çêkirin xebat danê destpêkirin û wiha pê de çû: "Em ê li dijî çêkirina avahiyên li baregeha karayollarî kampanyaya îmzeyan bidin destpêkirin, standan vekin û em ê hemû mafên xwe yên rewa ji bo ku rant pêk neyê û talan neyê kirin bikarbînin. Em bang li rayagiştî dikin ku ji bo ku qada Karayollarî were parastin baldar tev bigirin."

...