KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Maşîna zirxî pê li kesekî kir
Li Bedlîsê, maşîneke zirxî ya polîsan pê li welatiyê bi navê Talat Ûçar kir û ji cihê bûyerê reviya. -
Gimgim dorpêçkirî ye
Li navçeya Gimgim a Muşê leşkerên Tirk, bi wesayîtên zirxî ketinên bajar girtin. Polîs jî li cadeyên navçeyê bicih bûn. -
Li Kantona Cizîrê 4 gund û gundikek hatin rizgarkirin
Di çarçoveya Pêngava Rizgarkirina Bejahiya Rojavayê Kantona Cizîrê de hêzên YPG/YPJ'ê 4 gund û gundikek rizgar kirin. -
Li 4 navendan çalakiyên 'edalet û ronahiyê'
Li bajarê Fransa Strasboûrgê, li bajarê Hollanda Amsterdamê, li bajarê Elmanya Munchen û Dusseldorfê çalakiyên 'edalet û ronahiyê' hatin lidarxistin. -
Nasnameya gerîlayekî di sala 1993'an de jiyana xwe ji dest da hat aşkerakirin
Komîteya Rêveber a PKK'ê û Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê dan xuyakirin ku Bahrî Gezîcî bi nasnav Saît ê tevlî refên têkoşîna azadiyê bû, di sala 1993'an de li qada Wêranşar/Dêrikê jiyana xwe ji dest daye. -
Nasnameya gerîlayekî di sala 1998'an de jiyana xwe ji dest da hat aşkerakirin
Komîteya Rêveber a PKK'ê û Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê dan xuyakirin Ozer Kunculu bi nasnav Çekdar ê di sala 1993'an de tevlî refên têkoşîna azadiyê bû, di 27'ê Nîsana 1998'an de jiyana we ji dest daye. -
Şervanên YPG’ê Akagunduz û Cucî ji aliyê deh hezaran ve hatin oxirkirin
Şervanê YPG’ê Ercan Akagunduz (Têkoşer Întîkam) û şervanê YPG’ê Hasan Cucî (Cûdî Dilşêr) ên li Serêkaniyê di şerekî li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da hatin defnkirin. -
YPG’ê nasnameya 8 şervanan aşkera kir
Nasnameya 8 şervanên YPG û YPJ’ê ku di pevçûnên herêmên Kobanê û Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabûn, hat aşkerakirin. -
Bi dehan gund û mezrayên din hatin azadkirin
Piştî ku hêzên YPG’ê gundê Aliya ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin 23 gund û mezrayên din rizgar kirin. -
Şervanê YPG’ê Polat li Geverê ji aliyê deh hezaran ve hat oxirkirin
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Fehmî Polat (Akîf Zewkan) ê li gundê Alya yê Serêkaniyê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi tevlîbûna deh hezaran kesan hate oxirkirin. -
Dema xwest biçe kar ji ‘heqareta li Serokkomar’rastî lêpirsînê hat
Der barê xebatkarê Şaredariya Sêrtê Mehmet Can Nas de bi sedema heqareta li Serokkomar lêpirsîn hat vekirin. -
Li ser sînor teqîn: Zarokek birîndar bû
Li ser sînorê Nisêbîn û bajarê Qamişloyê, zarokekî 6 salî yê li erdê mayinkirî dilîst, ji ber teqîna teqemeniyê birîndar bû. -
Şervanê YPG'ê Fişkin ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Cengîz Fişkin (Cûdî Gabar) ê ku li Serêkaniyê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ' de jiyana xwe ji dest da bi tevlîbûna hezaran kesan hate definkirin. -
Operasyon, bombebaran, kemîn û tevgera hewayî
Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a bi armanca ku hêzên gerîlayan bikişînin nava pevçûnan, bê navber didomin. -
Kedkarên gelemperiyê li Amedê ji bo rojekê dest ji kar berdan
Kedkarên gelemperiyê bi armanca şert û mercên kar ên kedkarên gelemperiyê baş bibin, cudatî û pêkanînên mobbîng bi dawî bibin ji bo rojekê dest ji kar berdan. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Merîç anîn Pirsûsê
Cenazeyê şervanê YPG'ê Ozgur Merîç (Azad Serhet) ku di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da anîn Pirsûsê. -
Tenduristiyê ya Îlboga yê ji be provokasyona AKP'ê hat girtin nebaş e
Nûnerê MEYADER'ê Îlboga yê di provokasyona AKP'ê ya li Tendurekê de ji ber gulereşandina leşkeran bi giranî birîndar bû û berî tedawiya wî temam bibe ew şandin girtîgehê, bi pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê re rû bi rû ye. -
Li Kopê 2 kes hatin girtin
Li Mûşê Hevseroka HDP'ê yê Rêxistina Bajarokê Neynîkê Farûk Balikçi û welatiyê bi navê Neşat Yakin hatin girtin. -
Gundê Alya hate rizgarkirin
Gundê Alya yê li bakurrojavayê Til Temirê, ku wekî navenda herêmek berfireh tê zanîn, ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin. -
Pêşmergeyê 38 salan li eniya YPG'ê ya Hesekê şer dike
Peşmergeyê 38 salan Hêjar Mahabadî yê ji Rojhilat, li Rojava li gel hêzên YPG/YPJ'ê şer dike. Mahabadî got, "Ev çeteya faşîzan ji aliyê dijminên Kurdan ve ji kujer û dizan hatiye avakirin." -
Cenazeyê 7 YPG’iyan li Mêrdînê ji aliyê deh hezaran ve hat pêşwazîkirin
Cenazeyên 7 şervanên YPG’ê ku di berxwedana Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dabûn anîn Bakurê Kurdîstanê. Cenaze, li Qoserê ji aliyê deh hezaran welatiyan bi gul û kulîlkan hatin pêşwazîkirin. -
Cenazeyên 7 şervanan derbasî Bakur hatin kirin
Cenazeyên 7 şervanên YPG’ê yên di berxwedana gundê Eşre ya Hesekê de jiyana xwe ji dest dane derbasî Bakurê Kurdistanê hatin kirin. -
YPG’ê gund û bajarokek din rizgar kir
Hêzên YPG’ê gundê Şemlan ê Hesekê û bajaroka Dilxan a nêziki gundê Hewşa Nasir ê Aliya ya Serêkaniyê ji çeteyan rizgar kirin. -
Gerîlayê HPG’ê Karabal li Amedê hat defnkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Serdar Karabal bi merasîmeke girseyî spartin axê. -
Li Kerboranê du kes hatin girtin
Bi nêzîkbûna hilbijartinan re operasyonên dewletaTirk ên binçavkirin û girtinan zêde bûn. Li Kerboran a Mêrdînê Ahsan Çelîk û Reşat Kaya, ên hatin binçavkirin bi sedema “endamên YDG-H” ne hatin girtin.