YPG’ê nasnameya 8 şervanan aşkera kir

Nasnameya 8 şervanên YPG û YPJ’ê ku di pevçûnên herêmên Kobanê û Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabûn, hat aşkerakirin.

Nasnameya 8 şervanên YPG û YPJ’ê ku di pevçûnên herêmên Kobanê û Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin aşkerakirin.

Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyeke ku di malpera fermî ya YPG’ê de hate weşandin, nasnameyên 8 cangoriyên azadiyê aşkera kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Şoreşa Rojavayê Kurdistanê roj bi roj destanên dîrokî dinivîse û navê xwe di rûpelên dîrokê de geş dike. Bêguman ev bi giştî bi saya berxwedana şervanên azadiyê û gelê welatperwer ê zulumkarî li ser xwe qebûl nake û berxwedanek dîrokî dide nîşandan pêk hatiye.

Di têkoşîna li kantonên Kobanê û Cizîrê li dijî komên tarî tê meşandin 8 rêhevalên me bi ruhekî fedayî şer kirin û gihiştin asta şehadetê. Di nava her 8 rêhevalên me de 2 rêhevalên me yên fermandar Rêheval Medya Meysa û Rêheval Serxwebûn Amed hene.

Her du rêhevalên me di têkoşîna azadiya gelê Kurd de rolek sereke lîstin û di hemû çeperên şer de bi wêrekiyek pir mezin şer kirin û temsîla jiyana azad û wekhev kirin. Pêşengên weke fermandar Medya û Serxwebûn ji bo me cihê bawerî û nîşandana rêya rast in. Di têkoşîna dane meşandin û rêya ku têde şehîd bûne ji cîhanê tevahî re dan îsbatkirin ku ti kes nikare vîna gelê Kurd têk bibe û îradeya wî bişikîne. Car din Şehîd Medya weke Arînan, Silavan, Stêrkan û Hebûnan da îsbatkirin ku jina Kurd îro xwedî îrade û pêşenga civaka azad e. Bêguman şehadeta her 8 rêhevalên me bandoreke mezin li ser me hiştin ku em heta dawiyê xeta azadiyê û rêya şehîdan bişopînin û armancên giranbuha yên parastina nirxên mirovahê ji lingên qirêj ên DAIŞ’ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe berdewam bikin.

Di şexsê her 8 hevalên me de em tevahî Şehîdên Şoreşê bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Dîsa em sersaxiyê ji tevahî malbatên Şehîdan û Gelê Kurd re dixwazin û soza şopdariya rêya şehîdan didin.”

Nasnameya şervanan wiha ye:

Newroz Mustefa Fadil a bi nasnav Medya Meysa, 11’ê Gulana 2015’an li Kobanê jiyana xwe ji dest da.

Dîcle Osa ya bi nasnav Dîcle Kobanê li Kobanê ji dayik bûye, 9’ê Gulana 2015’an li gundê Aliya yê Serêkaniyê jiyana xwe ji dest daye.

Hesen Mustefa yê bi nasnav Rêzan Turkmen li Helebê ji dayik bûye, 8’ê Gulana 2015’an li gundê Eşra yê Hesekê jiyana xwe ji dest daye.

Azad Serhed, 24’ê Adara 2015’an li Kobanê jiyana xwe ji dest daye.

Fethî Şêxo yê bi nasnav Zinar Welat li Kobanê ji dayik bûye, 9’ê Gulana 2015’an li gundê Metîne jiyana xwe ji dest daye.

Gokhan Yalçin ê bi nasnav Serxwebûn Amed li Amedê ji dayik bûye, 9’ê Gulana 2015’an li gundê Metîne yê Kobanê jiyana xwe ji dest daye.

Şahîn Şahîn ê bi nasnav Qehreman li gundê Bilik ê Kobanê Bilik ji dayik bûye, 8’ê Gulana 2015’an li gundê Ernê yê Kobnê jiyana xwe ji dest daye.

Hogir Nuhê yê bi nasnav Zîndan Til Temir li Til Temir ji dayik bûye, 11’ê Gulana 2015’an li gundê Eşra yê Hesekê jiyana xwe ji dest daye.