Şervanê YPG’ê Ercan Akagunduz (Têkoşer Întîkam) û şervanê YPG’ê Hasan Cucî (Cûdî Dilşêr) ên li Serêkaniyê di şerekî li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da hatin defnkirin.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Ercan Akagunduz (Têkoşer Întîkam) ê li gundên Alya û Tilboxa yên girêdayî bajarê Serêkaniyê yê Cizîre di şer û pevçûnên li dijî çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest da, piştî otopsiyê ji aliyê malbat û rêveberên MEYA-DER hat wergirtin anîn Sêrtê. Cenazeyê Akagunduz di ketina Misirc ji aliyê sedan kesan ve bi dirûşma, "Şehîd namirin" hat pêşwazîkirin û bi karwanekî ji sedan wesayîtan ber bi gundê Heşet ê Berwariyê hat oxirkirin. Cenaze li ser rê ji aliyê welatiyan ve bi dirûşman hat pêşwazîkirin. Di ketina gundê Heşet de bi hezaran welatiyan bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervanê YPG’ê Akagunduz pêşwazî kirin. Cenaze bi dirûşmên, "Şehîd namirin", “AKP DAIŞ mil bi mil, YPG li her du berazan dide", “Bijî Serok Apo", “PKK gel e gel li vir e", "Bijî berxwedana Rojava" cenaze birin mizgefta gund.
Girseya bi dirûşm, tilîlî û çepikan cenaze birin heta mizgefta gund, piştî wecîbeyên olî cenaze anîn goristana gund. Li goristanê deqeyek rêzgirtin pêk hat û axaftin hatin kirin.
Dayika şervanê YPG’ê Akagunduz, Aynur Akagunduz, got, "Kurê min şehîdê Kurdistanê ye. Serê Rêber Apo, hevalên wî yên têkoşînê, girtiyên zîndanan û gelê Kurd sax be.”
Bav Osman Akagunduz jî got: "Ez silavên xwe ji Serok Apo, gerîla û girtiyan re dişînim. Serê Serok Apo û gelê Kurd sax be. Ez gelê me yê bi rûmet ê xwedî li şehîd derket spas dikim.”
Cenaze piştî axaftinan bi dûayan li goristana gund hat defnkirin. Girseya tevlî cenaze bû paşê konê teziyeyê xziyaret kir û ji malbatê re sersaxî xwest.
JI BO ŞERVANÊ YPG’Ê HASAN CUCÎ LI ÊLIHÊ MERASÎM
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Hasan Cucî (Cudî Dîlşêr) ê li Serêkaniyê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Êlihê bi tevlîbûna zêdehî deh hezaran kesan hate definkirin.
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Hasan Cucî (Cudî Dilşêr) ê ku li gundên Alya û Tilboxa yên Serêkaniyê bi 7 rêhevalên xwe re jiyana xwe ji dest da piştî karên otopsiyê ji Amedê anîn Êlihê û bi tevlîbûna deh hezaran kesan hate definkirin. Cenazeyê Cucî ewil li navçeya Bismîlê ya Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Girseya cenaze pêşwazî kir bi konvoyê re meşiyan û di meşê de dirûşmên, "Bijî serok Apo", "Şehid namirin" û "Kurdistan wê ji DAIŞ'ê re bibe gor" berz kirin. Piştre girseyê bi çepikan konvoya cenazeyê Cucî ber bi Êlihê ve oxir kir.
Cenazeyê Cucî di ketina Êlihê de li Tesîsên Bardakçilarê ve ji aliyê hezaran welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Namzetên HDP'ê yên Êlihê, Parlamentera Êlihê Ayla Akat Ata, hevşaredar, Dayikên Aştiyê û bi hezaran welatî tevlî pêşwazîkirinê bûn. Di pêşwazîkirinê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YPG û wêneyên Şervanê YPG'ê Cucî hatin hilgirtin. Disa ciwanan aleke kesk, sor û zer a 20 metre dirêj vekirin. Piştre konvoya cenaze ber bi malê ve bi rê ket. Welatiyên bajar konvoya cenaze li her kolanê pêşwazî kirin.
ŞERVANÊ YPG'Ê LI MALÊ BI TEPSIYÊN HENÊ HATE PÊŞWAZÎKIRIN
Piştî Cucî birin mala li Taxa Yavuz Selîm û li ser daxwaza malbata Cucî ciwanan govend girt û bi stranan destên Cucî hatin henekirin û find hatin hilkirin. Dayik, bav, xwişk û birayên şervanê YPG'ê Cucî gotin "Me soz dabû Hasan. Em rondikan nabarînin" Pişt re darbestan Cucî bi ala PKK'ê hate pêçandin û ji bo wecîbeyên olî birin mizgeftê. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Cucî birin Goristana Îpragazê. Nêzî 3 km girse meşiyan û di meşê de dirûşm û tîlîlî kêm nebûn.
‘CÛDIYÊN ME KÊM NABIN’
Piştî meşê cenazeyê Cucî bi dûayan hate definkirin. Piştî rêzgirtinê Serokê Şaxa MEYA-DER'ê ya Êlihê Şukru Baytar axivî û wiha got: "Heta Dehaq hebin û zilm li ser gelê Kurd û Kurdistanê bidome Cûdiyên me kêm nabin."
‘HASAN ŞEHÎDÊ KURDISTANÊ YE’
Dayika Şervanê YPG'ê Hasan Cucî Naciye Cucî jî piştî ji kurê xwe re helalî xwest axivî û wiha got: "Hasan şehîdê hemû Kurdistanê ye. Min Hasan mezin kir teslîmî Serok Apo kir. Min kirin leşkerê Apo. Daxwaza min ew e ku têkoşîna Hasan û rêhevalên wî dayîn bi encameke baş bi dawî bibe." Piştî vê gotinê girseyê dirûşma, "Diya şehîd diya me PKK partiya me" berz kirin. Pişt e Namzetê HDP'ê yê Êlihê Alî Atalan jî wiha got: "Hebûn û rûmeta me bi saya şehîdan e. Em bi saya şehîdan bûn gel. Ev gel şehîdên xwe ji bîr nake û têkoşîna wan wê bidomîne."
Piştî axaftinan girse derbasî konê sersaxiyê bû.