Şervanê YPG’ê Polat li Geverê ji aliyê deh hezaran ve hat oxirkirin

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Fehmî Polat (Akîf Zewkan) ê li gundê Alya yê Serêkaniyê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi tevlîbûna deh hezaran kesan hate oxirkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Fehmî Polat (Akîf Zewkan) ê li gundê Alya yê Serêkaniyê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi tevlîbûna deh hezaran kesan hate oxirkirin. Piştî karên definkirinê polîsan bi guleyên plastîk û bombeyên gazê êrîş bir ser ciwanên li navenda navçeyê meşiyan.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Fehmî Polat (Akîf Zewkan) ê li gundê Alya yê Serêkaniyê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji Mêrdînê hate wergirtin û anîn navçeya Geverê ya Colemêrgê. Cenazeyê Polat li ser Pira Şakîtan ji aliyê girseya di nav de Namzetên HDP'ê yên Colemêrgê, hevşaredarên navçe û bajarokan, rêveberên HDP û DBP'ê yên navçeyê ve hate pêşwazîkirin. Ji bo cenazeyê Polat nekeve navanda navçeyê polîsan bi wesayîtên zirxî li kolana dermanfiroşan, Îpekyolu û Pira Abdullah Cana hatin bicihkirin. Li hemberî provokasyona polîsan bi hezaran welatî li ber avahiya HDP'ê hatin cem hev û dest bi meşê kirin. Welatî bi meşê li ber avahiya Midûriyeta Polîsan a heya niha nayê bikaranîn derbas bûn û çûn Mizgefta Esenyurtê ya cenazeyê Polat anînê. Polîsên li benda meşê heyî ketin nava panîkê û girse li ber panzeran re derbasbûn û rêveberên HDP û DBP'ê gelek caran gotin, "Neyên provokasyonan. Em ê ligel hemû astengiyan fermandarê xwe bi tevlîbûna deh hezaran kesan oxir bikin." Cenazeyê Şervanê YPG'ê Polat anîn mizgeftê û piştî wecîbeyên olî bi ala TEV-DEM'ê hate pêçandin û li aliyê deh hezaran kesan ve li ser milan ber bi Şehîdgeha Bajêrgeh ve birin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Polat û hevalên wî yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan, alên PKK, KCK û YPG'ê hatin hilgirtin û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Kobanê" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin.

Piştî meşê cenazeyê Polat di dirûşm û dûayan hate definkirin. Piştî karên definkirinê girseyê sirûda "Ey Reqîp" xwend û rêzgirtin pêk anî. Piştî rêzgirtinê Nûnerê MEYADER'ê Cengîz Ortaç axivî û wiha got: "Em hemû hêzên li hemberî têkoşîna azadiya gelê Kurd piştgiriyê didin çeteyên DAIŞ'ê lanet dikin. Fermandar Fehmî bi hevalên xwe re ji bo rûmet û şerefa gelê Kurd canê xwe feda kirin. Em jî li hemberî vê yekê dibêjin em ê heya dawiya canê xwe têkoşîna wan bidomînin çeka wan hilgirin."

'CÎHAN LI HEMBERÎ XWÎNA TÊ RIJAND KER Û LAL E'

Hevseroka KCD'ê û Namzeta HDP'ê ya Colemêgê Selma Irmak jî diyar kir ku cîhan li hemberî têkoşîna gelê Kurd a mafdar a li Kobanê û xwîna li wir tê rijandin bêdeng e û wiha got: "Li ser vê axê xwîna ciwanan bûye çem û gol. Ti kes êdî ji vê xwînê re nabêje bes e. Cîhan zalim, bêdil e. Cîhan li hemberî zilam li ser gelê Kurd ker û lal e. Li Kobanê ciwanên gelê Kurd rûmeta mirovahiyê parastin. Mixabin hê jî ev xwîn diherike û cenaze tên. Ji ber vê yekê em ji gelê xwe re dibêjin werin bibin yekê û li hemberî vê zilmê em rawestin û xwînê bidin rawestandin. Ciwanên me li ser vê erdnîgariyê rûmeta gelê Kurd û gelên bindest parastin."

Li ser navê malbatê jî Dayika Şervanê YPG'ê Polat Gulî Polat jî wiha got: "Şehîdê me yê tevahiya Kurdistanê ye. Şehîdê Gever û Serokatiyê ye. Li vir ez silavan ji YPG û YPJ'ê re dişînim."

Piştî axaftinan girse ji goristanê veqetiya. Sersaxiyên Şervanê YPG'ê Polat wê li gundê Zewkan bên qebûlkirin.

Polîsên ji ber merasîma cenaze navçe dorpêçkirin êrîş li ciwanên piştî karên definkirinê ber bi navenda navçeyê ve meşiyan kir. Esnafan jî bertek nîşanî provokasyona polîsan da û dikanên xwe girtin. Polîsan bi panzeran ketina nava sûkê girtin û rasterast bombeyên gazê û guleyên plastîk bikar anîn.