Şervanê YPG'ê Fişkin ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Cengîz Fişkin (Cûdî Gabar) ê ku li Serêkaniyê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ' de jiyana xwe ji dest da bi tevlîbûna hezaran kesan hate definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Cengîz Fişkin (Cûdî Gabar) ê ku li Serêkaniyê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ' de jiyana xwe ji dest da bi tevlîbûna hezaran kesan hate definkirin. Bavê Fişkin Nusrettîn Fişkin di merasîma cenaze de axivî û wiha got: "Cûdî hemû Kurdistan e. Cûdiyê hemû kesî Cûdiyê me ye. Em heya dilopa xwîna xwe ya dawî serî li hemberî dijmin natewînin."

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Cengîz Fişkin (Cûdî Gabar) ê 8'ê Gulanê li Serêkaniyê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ' de jiyana xwe ji dest da li navçeya Hezexê ya Şirnexê li Goristana Şêx Hesen bi tevlîbûna hezaran kesan hate definkirin. Cenazeyê Fişkin li ser rêya Hezex-Midyad ji aliyê Alîkarê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, Namzetên HDP'ê yên Şirnexê, hevşaredarên bajar û navçeyan, rêveberên DBP û HDP'ê û bi hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin. Cenazeyê Fişkin bi çepikan hate pêşwazîkirin û li Kolana Adîle Naşît ji aliyê welatiyan ve hate wergirtin û bi meşê ber bi goristanê ve birin.

Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên YPG'ê Fişkin, alên PKK, KCK û YPG'ê û pankrata "Heval Cûdî nemir e" hatin vekirin û dirûşma, "Şehîd namirin" hat berzkirin. Li Goristana Şêx Hesen merasîma cenaze pêk hat. Piştî rêzgirtinê Hevserokê MEYA-DER'ê yê Cizîrê Mele Kasim Yîgît axivî û wiha got: "Her şehîdê ji Rojava tê temînata azadiya çar parçeyên Kurdistanê û Rêberê Apo ye."

'DIVÊ HEMÛ KES BERPIRSIYARIYA XWE BI CIH BÎNE'

Yîgît anî ziman ku Şervanê YPG'ê Fîşkîn li Ewropa tevlî YPG'ê bûn. Alîkarê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan jî diyar kir ku ew bi saya şehîdên têkoşîna azadiyê jiyaneke bi rûmet didomînin. Arslan anî ziman ku divê hemû kes xwedî li mîrateyê şehîdên şoreşê derkevin û wiha got: "Divê hemû welatiyên welatparêz û kurên bi rûmet ên şoreş ji bo Kurdistana azad bixebitin û ya dikeve ser milê wan bikin."

'CÛDÎ HEMÛ KURDISTAN E'

Bavê Şervanê YPG'ê Fişkin Nusrettîn Fişkin jî li hemû welatiyên tevlî merasîma cenaze bûn spas kir û diyar kir ku ew bi kurê xwe serbilind e û wiha got: "Cûdî hemû Kurdistan e. Cûdiyê hemû kesî Cûdiyê me ye. Em heya dilopa xwîna xwe ya dawî serî li hemberî dijmin natewînin."

Piştî axaftinan cenazeyê Fişkin bi dirûşma, "şehîd namirin" hate definkirin.