Gerîlayê HPG’ê Karabal li Amedê hat defnkirin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Serdar Karabal bi merasîmeke girseyî spartin axê.

Gerîlayê HPG’ê Serdar Karabal (Zinar Sertaf Amed) ê ji ber ûrê di serê wî de li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Dîcle tedawî didît jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Karabal ji nexweşxaneyê anîn Goristana Yenîkoy. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Karabal ê bi ala PKK’ê xemilandî li ser milan anîn beşa “şehîdgehê” ya li goristanê. HDP namzetên HDP’ê yên Amedê Nimetullah Erdogmuş û Çalar Demîrel jî di nav de bi sedan kes beşdarî meşê bûn. Di meşê de posterên Karabal hatin hilgirtin û dirûşmên, “Şehîd namirin”, “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne”, "Bijî Serok Apo" hatin gotin. Piştî cenazeyê Karabal bi dûayan hat defnkirin sirûda, “Çerxa Şoreşê” hat xwendin û rêzgirtin pêk hat.

Hevserokê MEYA-DER Mehmet Yaşar ê di merasîma cenaze de axivî got, "Heval Zinar, li ser esasê felsefeya Rêber Apo di têkoşîna rûmetê de cih girtiye û bi salan di vê oxirê de têkoşîn daye. Em êşa malbat û hevalan parve dikin û dibêjin serê gelê Kurd sax be.”

Hevseroka HDP’a Amedê Hafîze Îpek jî, diyar kir ku wê di xeta têkoşîna Karabal de meşa xwe berdewam bikin û bi bîranîna wan re wê ber bi serketinê ve bimeşin.”

Girse piştî axaftinan qerenfîl danîn ser gora Karabal û ji goristanê veqetiyan.