Dema xwest biçe kar ji ‘heqareta li Serokkomar’rastî lêpirsînê hat
Der barê xebatkarê Şaredariya Sêrtê Mehmet Can Nas de bi sedema heqareta li Serokkomar lêpirsîn hat vekirin.

4’ê Gulanê roja Serokkomarê Tirk R. Tayyip Erdogan hat Sêrtê, Mehmet Can Nas dema ji bo xebatê diçû şaredariyê ku polîsan jêre got: “Ti nikarî di vê rêyê de biçî şaredariyê” nîqaşan rû da, polîsan Nas binçav kir û paşê berdan. Li dû wê bûyerê der barê Nas de ji heqareta li hember Serokkomar lêpirsîn hat vekirin.
M. Can Nas ê têkildarî bûyerê daxuyanî da got ku dema dixwest biçe şaredariyê polîsan rêya wî girtiye û ji ber nîqaş rû daye hatiye binçavkirin.
Nas wiha dewam kir: “Bi sedema heqareta li hember Serokkomar der barê min de doz hat vekirin. Di çarçoveya serbestiya bi kontrol ez hefteyê du rojan diçim îmze didim.
Nas diyar kir ku polîsên AKP’ê mekanîzmaya zextê ava kirine û wiha got: “AKP’ê û Erdogan dest dane hev û hewl didin civakê bi zextan bêdeng bikin. Êdî hewl didin mirovên xwe diparêzin jî bi binçavkirin û vekirina dozan bêdeng bikin.”