Li Kerboranê du kes hatin girtin
Bi nêzîkbûna hilbijartinan re operasyonên dewletaTirk ên binçavkirin û girtinan zêde bûn. Li Kerboran a Mêrdînê Ahsan Çelîk û Reşat Kaya, ên hatin binçavkirin bi sedema “endamên YDG-H” ne hatin girtin.

Li Taxa Tepebaşi ya navçeya Kerboran a Mêrdînê Ahsan Çelîk (21) vê sibehê ji aliyê polîsan ve di serdegirtina malan de bi îdîaya "endamê YDG-H ye" hat binçavkirin. Çelîk piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Kerboranê ku derxistin pêşberî dozger , bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh a Kerboranê hat kirin. Çelîk hat girtin.
Ciwanê bi navê Reşat Kaya (20) jî bi îdîaya, "endamtiya YDG-H" di çarçoveya lêpirsînekê de hat girtin. Reşat ê ji bo îfadeyê vê sibehê çû Midûriyeta Polîsan a Navçeyê paşê serbest hat berdan.