Li Kantona Cizîrê 4 gund û gundikek hatin rizgarkirin
Di çarçoveya Pêngava Rizgarkirina Bejahiya Rojavayê Kantona Cizîrê de hêzên YPG/YPJ'ê 4 gund û gundikek rizgar kirin.

Pêngava Rizgarkirina Bejahiya Rojavayê Kantona Cizîrê ku di 6'ê Gulanê de li herêma Hesekê, Til Temir û Serêkaniyê ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve hat destpêkirin, bi pêş ve diçe.
Li gorî agahiyên nûçegihanên ANHA’yê ji herêmên şer ragihandin, di çarçoveya pêngavê de duh bi şev gundên Tilil Leben, Mezret Ehmed Mele, Dibesê, Nekrin Bigara yên li başûrrojavayê Serêkaniyê ji çeteyan hatin paqijkirin.
Li eniya di navbera Hesekê û Til Temir de jî gundikê bi navê Dawit Şiweş ê li nêzî gundê Rezazê ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve hate rizgarkirin.
Wekî din hat ragihandin ku di pevçûnên ku li gundê Rezazê û derdora wê didomin de, 35 çete hatinr kuştin.
Çeteyên DAIŞ’ê duh êvarê hewl dabûn ku ji gundê Til Hurmuz ku 10 kîlometre li bakurrojavayê Hesekê ye, bi wesayîteke bombarkirî êrîşî çeperên YPG'ê bikin. Lê şervanên YPG/YPJ'ê yên zû bi wesayîtê hesiyan, berî ku bigihêje armanca xwe wesayîta bombebarkirî li nêzî gundê Mişêrfa Alîsaliha teqandibûn.