Bi dehan gund û mezrayên din hatin azadkirin
Piştî ku hêzên YPG’ê gundê Aliya ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin 23 gund û mezrayên din rizgar kirin.
Piştî ku hêzên YPG’ê gundê Aliya ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin 23 gund û mezrayên din rizgar kirin.
Piştî ku hêzên YPG’ê gundê Aliya ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin 23 gund û mezrayên din rizgar kirin.
Li gorî agahiyên nûçeginanên ANHA’yê ji herêmên şer, piştî ku hêzên YPG’ê gundê Aliya ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, operasyona rizgarkirina gund û mezreyan di herêmê de bê navber dom kir û di encamê de şervanên YPG’ê gundên û mezrayên bi navê Celia, El Kebir, Um Hermelê, Mezraed Ubeydilhilo, Xelil Hercan, Maksume, El Eluş, El Kebtaş, El Herbi, Şex Ricam, Ridênî, El-Wusta, Qebir Amir, Şidyan Kerker, Rehaniyet, El-Begara, Merrat, Derxan, Rezrat, Naif Berhevi, Salihiyet El-Edwan û mezreyek din ji çeteyan rizgar kirin.
Hêzên YPG’ê li ser daxwaza welatiyan hefteya berê li herêma Serêkaniyê, Hesekê û Serêkaniyê û Til Temir operasyon dabûn destpêkirin. Di encama şer û pevçûnên dijwar gelek çete hatin kuştin, her wiha gelek gund û mezra ji destê çeteyan hatin rizgarkirin.
GUNDÊ DEBAXIYÊ YÊ HESEKÊ HATE RIZGARKIRIN
Şervanên YPG’ê gundê Debaxiyê ya Hesekê ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Li gorî agahiyên ji herêmên şer şervanên YPG’ê saet di 16.40’an de gundê Debaxiyê yê 12 kîlometreyan rojavayê bajarê Hesekê dikeve ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Li herêmê hîn şer û pevçûn didomin.