Kedkarên gelemperiyê li Amedê ji bo rojekê dest ji kar berdan

Kedkarên gelemperiyê bi armanca şert û mercên kar ên kedkarên gelemperiyê baş bibin, cudatî û pêkanînên mobbîng bi dawî bibin ji bo rojekê dest ji kar berdan.

Li Amedê kedkarên gelemperiyê bi armanca şert û mercên wan ên kar bên başkirin ji bo rojekê dest ji kar berdan. Kedkar piştî çalakiya destberdana ji kar li ber avahiya Edliyayê kom bûn. Nûnerên sendîkayên girêdayî KESK’ê piştgirî dan çalakiyê.

Hevserokê Şaxa BES’ê ya Bajêr Mehmet Karaaslan ê daxuyaniya çapemeniyê xwend komkujiya 13’ê Gulanê ya li Soma bibîr xist û got ku bi armanca şert û mercên kar ên kedkarên gelemperiyê baş bibin, cudatî û pêkanînên mobbîng bi dawî bibin ji bo rojekê dest ji kar berdane.